Vedat Aydin bi wesîleya cejnê li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-07-20 09:57:43 AMED – Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê bi wesîleya Cejna Qurbanê Serokê HDP’ê yê Bajêr ê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’an de di binçavan de hatibû qetilkirin, bi bîr anî.  Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê bi wesîleya Cejna Qurbanê li ser gora Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Bajêr ê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat binçavkirin û pişt re hat qetilkirin bernameyek bîranînê li dar xist. Rêveberên HDP’ê û MEBYA-DER’ê li ser gora Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê civiyan. Parlamentera HDP’êy a Amedê Rezmiye Tosûn û Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan û malbata Aydin beşdarî bîranînê bûn.    'BAWERIYA ME YA AZADIYÊ ZÊDETIR DIBE'   Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan di bîranînê de axivî û di destpêkê de cejna alemê pîroz kir û got ew hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya aramî û aştiyê. Ceylan destnîşan kir ku ji ber zilm û zordariya desthilatdariyê ew wek civakê cejnek bi aramî pêşwazî nakin û wiha got: “Ji berk u azadiya civakê di bin zextan de hiştine, kes tehmê ji cejnê nagire. Yên ku Vedat Aydin û hevalên wî ji me girtin û birin, hêj canên me digirin û dibin. Bi zext û zordariyê hêj zarokên vî welatî canê xwe ji dest didin. Hêj xwîn dirije. Lewma em dibêjin ku em cejnek bi aramî pêşwazî nakin. Faşîzm çiqas tarî dibe bila bibe, lê dawiya wan jî xuya dike. Yên ku me û gelê me bi rojên reş re rûbirû dihêlin, lawaz bûne. Baweriya me ya ji bo azadî û aştiyê her roja ku diçe zêdetir dibe. Ji bo em xeyalên Vedat Aydin û hevrêyên wî pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    'CANÊ CIVAKÊ ŞEWITANDIN'    Birayê Aydin, Veysî Aydin jî destnîşan kir ku kurdan tu carî cejnê bi kêfxweşî û aramî pîroz nekiriye û got: “Her tim canê civakê şewitandin, me can da û bedel da. Bila ji îro şûn ve cejnên me bibin wesîleya azadiyê û aştiyê. Em cejna her kesî pîroz dikin.”    Piştî axaftinan beşdarên bîranînê qerenfîl danîn ser gora Aydin.