Malbatên Roboskiyê cejnê li goristanê pêşwazî kirin 2021-07-20 10:06:51   ŞIRNEX / COLMERGÊ – Malbatên 34 qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê cejnek din jî li ser gorên zarokên xwe pêşwazî kirin.    Balafirên şer ên Tirkiyê di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiyê ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve 19 jê zarok 34 welatiyên ji vî gundî bombebaran kiribû û ew qetil kiribûn. Malbatên qurbaniyên Roboskî bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn ser gorên zarokên xwe û cejnek din jî li ser goristanê pêşwazî kirin. Malbat wek di her bîranînê û cejnê de xemgîn bûn û duayan li ser gorên zarokên xwe kirin.    Endamê Desteya Rêveberya Navendî (MYK) ya HDP’ê Ferhat Encu têkildarî serdana goristanê ya malbatan got: “Dîsa sibehek cejnê û dîsa Dayikên Roboskî li ser gorên zarokên xwe digirîn.”    COLEMÊRG    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gevera Colemêrgê jî serdana goristanên li taxên Orman û Bajêrge kir û kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û malbat beşdarî serdana goristanan bûn.    Rêveberên HDP’ê û Dayikên Aştiyê ewilî serdana gora Suleyman Aksû yê ku di Komkujiya Pirsûsê de bi 33 hevalên xwe re hatibû kuştin kir û li ser gorê rêz girtin.    Parlamenter Saît Dede destnîşan kir ku tevî ku 6 sal di Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn jî hêj faîl li pêşberî darazê nehatine darizandin û got: “Em biçin jî nifşên li pişt me werin, ne 6 sal 600 hezar sal di ser re derbas bibe wê hesabê vê komkujiyê ji berpirsiyaran bixwazin.”