Malbata Şenyaşar: Roja ku edalet pêk were wê bibe cejna me 2021-07-20 11:32:31 RIHA - Malbata Şenyaşar 134 roj in bi daxwaza “edaletê” nobetê digire. Malbatê vê peyamê da: “Roja ku edalet pêk were, wê ew roj bibe cejna me.”    Malbata Şenyaşar (Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar) ku ji 9’ê Adarê ve dest bi “Nobeta Edaletê” kirine 134 roj in daxwaza edaletê dikin. Malbatê bi boneya Cejna Qurbanê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê da: “Îro Cejna Qurbanê ye û li her kesî pîroz be… Roja ku edalet pêk were, wê ew roj bibe cejna me. Em bi hêvî li benda wê rojê ne. Em naxwazin kes bimire.”