Karkerên kurd bêyî ku werin dermankirin îfadeyê wan hatine girtin 2021-07-20 11:52:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Karkerên demsalî yên kurd ku li Afyonê bi êrişa nijadperest re rûbirû man diyar kirin bêyî ku werin dermankirin îfadeyên hatine girtin.    Karkerên kurd ên li Afyonê karên demsalî dikin, duh li bajaroka Dereçîne ya navçeya Sultandagi ya Afyonê bi êrişa nijadperestan re rû bi rû mabûn. Di êrişê de 7 karkerên kurd birîndar bûbûn. Ji 7 karkerên birîndar 5 karker rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sultandagi. Karker Îsmaîl (18) û Îremnûr (17) û pismamê wan Alî Tan ku birîndar bûbûn ji ber zêde verşiyan ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê.   Piştî muayineyê derket holê ku ji ber lêdanê Îsmaîl û Alî Tan birîndar bûne û masûr û gurçikên wan zêde zerar dîtine. Birîndaran diyar kirin ku beyî bên dermankirin ew birine midûriyeta polîsan û îfadeyên wan girtine.   GEFA KUŞTINÊ LI WAN HATIYE XWARIN   Dayika Îsmaîl Tan ê di êrişê de birîndar bû Azîze Tan ji ajansa me re axivî û bertek nîşanî êrîşkaran da. Azîze Tan wiha got: “Kurê min birin daristanê û gotin ‘Em te bikujin. Ben bînin em wî darve bikin’ û gefa kuştinê lê xwarin. Xwestin kurê min bikujin.”   Azîze Tan anî ziman ku piştî zarokên wan ji nexweşxaneyê derkevin dê vegerin Amedê.