Roja cejnê bi bîdonan av kişandin 2021-07-21 09:05:57   WAN – Li Taxa Qada Karpuz a girêdayî navçeya Rêya Armûşê, nêzî 70 rojan e 8 mal bê av in. Welatiyên taxê yên roja cejnê bi bîdonan av kişandin, ligel bi dehan car li VASKÎ geriyan jî pirsgirêka wan a avê nehat çareserkirin.   Li kolana Acar a Taxa Qada Karpuz a girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê nêzî 70 rojan e ava 8 malan na herike. Welatiyên taxê, diyar kirin ku ligel ku wan bi dehan caran li Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) geriyan jî, pirsgirêka wan a avê nehat çareser kirin.   BI BÎDONAN AVÊ DIKÊŞÎN IN   Welatiyên bê av ketin Cejna Qûrbanê, ji bo ku pêdiviyên xwe yên avê pêk bînin, ji ava Çiyayê Erek bi bîdonan avê dikêşin. Ligel ku bajarê Wanê, yek ji wan bajarane ku pêketiyên şewba vîrûsa koronayê lê zêde ye jî, pirsgirêka avê dibe sedem ku bêketiyê vîrûsê zêdetir dibin. Welatiyan bertek nîşanî vê rewşê dan û xwestin tavilê ava wan bê berdan.    KINCÊN XWE DIBIN MALA CÎRANÊN XWE DIŞÛN   Elmas Olfer, dezgeha xwe ya tijî firaxên ku divê bên şûştîn nîşan da û wiha bertek nîşan da: “Em kincên xwe dibin mala cîranên xwe dişûn. Bi bîdonan em avê dikêşin. Em her roj li VASKÎ digerin. Tenê ji me re dibêjin ‘em ê kîbên xwe beralî bikin.’ Cihê herî nêz ku em avê jê digirin 100 metre dûr e. Îro roja cejnê ye, mêvanên me tên. Em gelek mexdûrin.”    ‘HÛN ÇIMA PARVE DIKIN?’   Ayfer Alfer jî, diyar kir ku ew her êvar, bi bîdonan ji Çiyayê Erek avê dikişînin û wiha axivî: “Em her roj diçin VASKÎ’yê. Lê rayedar bi me re hevdîtin nakin. Ligel ku bi dehan car me li VASKÎ geriya jî, daxwaza me pêşwazî nekirin. Li ser medya dijîtal me hewl da ku em dengê xwe bidin bihîstin. Piştî parvekirina ser medya dijital, rayedarekê şaredariyê li min geriya. Ji min pirsa ‘hûn çima li ser hesabê medya dijîtal parvekirinan dikin’ pirsî. Min jî ji wan re got, ava me qût bûye, ji neçarî me serî li rêyek wiha da. Duh jî li me geriyan û gotin ew ê tankêrek av bişînin. Min ji wan re got bi vî awayî pirsgirêka me nayê çareserkirin.”    Di dema me hevdîtin bi welatiyan dikir, welatiyekê li VASKÎ geriya û pirsgirêka xwe ya avê vegot. Rayedar jî got, ew di ferqa pirsgirêka dijîn de ne, agahî dane midurê xwe, lê tu çareserî nedîtin e. Di heman demê de, rayedar îdîa kir ku wê îro ekîbeke xwe bişînin taxê û pirsgirêka avê ya taxê çareser bikin.