'Divê li şûna gotinên nijadperest hikûmet bê rexnekirin' 2021-07-21 09:06:48 ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Koç û Penaberan a HDP’ê Velî Saçilik, diyar kir ku divê têgînên li dijî penaberan bên guhertin û got: “Pêwîste ku li şûna gotinên nijadperest ên li dijî penaberan, hikûmet bê rexnekirin.”    Piştî ku Talîbanê piraniya Afganîstanê xist bin kontrola xwe, revên ji welat dewam dikin. Nêzî 40 salane ji welatê Afganîstanê mirov koç dikin. Ji ber rewşa dawî ya li Afganîstanê, hejmara kesên welat terk dikin û dibin penaber her ku diçe zêde dibe.    Afganên ku neçar dimînin biçin welatên weke Îran, Pakîstan, Ozbekîstan û Tirkiyê, ji ber ku li van welatn nabin xwedî statu, weke hêza kar a herî erzan tên dîtin û rastî nêzîkatiyên nijadperest tên.   Pênaberên Afgan di demên dawî de, qefle bi qefle di sînorê Îranê re derbasî Tirkiyeyê dibin. Piştî ku dîmenên penaberên Afgan ên derbasî Tirkiyeyê dibin di medya dijîtal de hatin parvekirin, di serî de partiyên mûxalîf û gelek beşên cuda daxuyaniyên nijadperest dan. Ev daxuyanî û gotinên nijadperest di rojeva Tirkiyeyê de cih xwe girtin.     Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Hevberdevkê Komîsyona Koç û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Velî Saçilik, têkildarî gotin û nêzîkatiyên nijadperest û polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî penaberên li Tirkiyeyê dijîn ji ajansa me re axivî.    ‘HÊZA KARÊ ERZAN TÊN DÎTIN’   Saçilik, diyar kir ku Tirkiye ji ber ku pêymanên navneteweyî îmze nake, penaberên neçar dimînin ku ji welatên Rojhilata Navîn koçî Tirkiyeyê dikin, nabin xwedî statu û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê penaberên Afgan, Sûriyeyî û Pakîstanî bêstatune û ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Tirkiye dibe sedem ku penaber bi awayekê bêkontrolî bên ser axa wê û weke hêza karê erzan bên dîtin. Di heman demê de vê rewşê jî li hemberî Awropa bi kar tîne û gefa ‘ez ê wan berdim’ li wan dixwe. Bi vê awayî polîtîkayên pere qezenckirinê bi rêve dibe.”   NÊZÎKATIYÊN NIJADPEREST   Saçilik, da zanîn ku li Tirkiyeyê, pirsgirêkn koç û penaberan nayin nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Derbarê penaberan de, têgînek ‘wê karê me ji me bigirin û nîzama bajarê me xirab bikin’ heye. Di vê derê de, bi taybetî demokratên civakî, hîn zêde di rewşek nijadperest de ne. Bi taybetî Fîkrî Saglar di van rojan de pêşengtiya vê yekê dike. Ji xwe rêveberên ÎYÎ Partiyê di nijadperestiyê de li pêş diçin. Bi gelemperî, li Tirkiyê, em nêzîkatiyên nijadperestî, celebparêz û elîtîst ên li dijî koçberî û pirsgirêkên penaberan dibînin.”    LI SER SÎNORAN TECAWÎZ, ÎŞKENCE Û LÊDAN HEYE    Saçilik, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li Afganîstanê, piştî ku Talîban cardin bû desthilatdar, koçbertî zêdetir bû. Afganan bi 10 hezar Euroyan tînin. Ji bo ku li Tirkiyê bimînin nayin. Li ser sînoran tecawîz, lêxistin û îşkence hene. Mînak, li ser sînorê Îranê tabûreke tecawîzê hatiye avakirin. Jin û zarokên di vir re derbas dibin tên tecawîzkirin. Dîsa hemû koçberan derb dikin û pereyên wan ji wan distînin. Piştî van hemû pêkanînin, wan dişînin Tirkiyê. Li Tirkiyeyê jî, hêzên eskerî bi cuda nêzî wan dibin. Penaberan dibin navendên komkirina koçberan û destavêtina jinan mijara gotinê ye. Îro di raya giştî de, pirsa ‘çima tenê Afganên ciwan tên’ tê kirin. Ji ber ku hemû jinên ku berî vê hatin, tecawîzî wan hatin kirin. Ji ber vê ewil ciwan tên. Dûre jî malbatên xwe bi rêyên ewlere dibin gel xwe. Di vîr de, dirûtiye dewletan mijara gotinê ye.”    REXNE LI MUXALEFETÊ KIR    Saçilik, rexne li gotinên nijadperest ên muxalefetê kirin û wiha rêz kir: “Li vir yekane beşa ku divê bê hedef girtin AKP-MHP ye. Sedama koçberiyê polîtîkayên şerin. Îro yên ku dibin hevkarên van polîtîkayan, cihê xwe di hevkariya hilweşadina bajarê Sûriyeyê Erînê de jî girtin. Niha jî radibin, penaberên Sûriyeyê û Afganîstanê, hedef nîşan didin. Di vê derê de, yên ku divê bên hedef nîşandan hêzên emparyalîst, hikumeta Komara Tirkiyê û polîtîkayên wan ên şerin.”    DIVÊ HESTIYARÎ BÊ PÊŞXISTIN   Saçilik, dest nîşan kir ku divê mafê jiyanê û vehewînê bê parastin û wiha bi dawî kir: “Desthilatdarî, penaberan weke hêza karê erzan û koleyên bêmûçe bi kar tîne. Her tim propagandeya ‘Ew hatin, destekê wan di ron de ye û destê din jî di hingiv de ye. Dewlet mûçe dide wan. Bê berdêl dibistanê dixwînin. Ji lênerîna tenduristiyê sûd werdigirin’ ji bo penaberan tê kirin. Lê êdî her kes jî baş dizane ku di vir de, koletî, kedxwarî, tecawîz û bazirganiyeke mezin a zarokan heye. Divê statuyek qanûnî ji bo penaberan vê avakirin. Gotinên nijadperest bi tu awayî nayin qebûl kirin. Ji bo ku em pêşdaraziyê hilweşînin, divê em têbikoşin. Nijadperestî û dijminantiya penaberan ne raste û nayê qebûl kirin.”    MA / Bêrîvan Altan