Malbata Şenyaşar: Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e 2021-07-21 12:21:23   RIHA - Malbata Şenyaşar, di roja 135'emîn a çalakiya xwe nobeta "Edaletê" de banga "Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e."   Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, çalakiya xwe nobeta "Edaletê" ya di 9'ê adarê de dabûn destpêkirin, di roja 135'emîn de didomînin. Malbata Şenyaşar, di roja duyemîn a cejnê de çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê berdewam dikin.    'EM JI ZILMÊ RE BIBÊJIN BES'   Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî çalakiya xwe ev parvekirin kir: "Werin em bibin yek. Heke li cihekî zilm hebe, ev zilm ji kî tê bila were divê em kesên zilmê li wan tê kirin cihê nekin. Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e. Em bêdeng nemînin. Em refên xwe diyar bikin. Cejna we pîroz be."