Li Xarpêtê şewat derket: 170 donim erd şewitî 2021-07-21 13:21:50   XARPÊT - Li Çiyayê Mastar ê Xarpêtê şewat derket û 170 donim erd ji ber şewatê xesar dît.   Şewata ku duh li Çiyayê Mastar ê li gundê Koçkale yê girêdayî navenda Xarpêtê şewat derketibû, berdewam dike. Şewata ku duh piştî 3 saet xebata Miduriyeta Herêmê yê Daristanê û Miduriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Xarpêtê hatibû kontrolkirin, bi bayê re careke din dest pê kir.  Sedema şewata ku derketiyê nayê zanîn. Her wiha ji aliyê Miduriyeta Agirkujiyê, Miduriyeta Herêmê ya Daristanê û Walîtiya Xarpêtê ve tekildarî şewatê tu daxuyanî nehat dayîn.