Li Konyayê êrişeke nîjadperestî li malbateke kurd hat kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2021-07-21 16:08:55   KONYA - Li navçeya Meramê ya Konyayê, komeke ku ji 60 kesî pêk hat êrişî malbeteke amadî kir û welatiyê bi navê Hakîm Dal qetil kir.    Li gundê Çariklikoy ê navçeya Meramê ya Konyayê, li dijî malbeteke kurd a amedî ku 20 sal e li gund dijî êrîşeke nîjadperestî pêk hat. Komeke ku ji 60 kesî pêk hat bi çekan êrişî malbatê kir. Di êrişê de ji ferdê malbatê Hakîm Dal (43) jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku koma êrişkar beriya niha jî êrişî malbatê kiriye.    KEKÊ DAL: JI BER EM KURD INME NAXWAZIN   Birayê Dal Hamdî Dal, têkildarî êrişî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev agahî dan: "Ji ber em kurd in êriş li dijî me pêk hat. Ji ber ku em kurd in me naxwazin. Ji me re dibêjin, 'Hûn ê van deran bifiroşin û ji vir biçin'. Gundiyên ji gundên derdorê jî zextê li me dikirin. Dixwestin em ji van deran biçin. Beriya niha jî dem deman gef li me dixwarin. Li çola gund dema ku şivanan sewal diçêrandin nîqaş derket. Piştî nîqaşê ji Karahuyukê herî kêm 60 kes bi çekan hatin. Pêşî berî kurê apê min dan. Em 3 kes  bû û bi hinceta şerê şivan bi awayekî kêfî ji ber ku me kurd bûn êrişî me kirin. Kekê min di êrişê de jiyana xwe ji dest da."   'KEYA GUNDIYAN SOR DIKIR'   Ji şahidên bûyerê Mehmet Emîn jî da zanîn ku êrişa li dijî malbatê ne êrişa yekemîn e û wiha got: "Malbat bi sewalvaniyê debara xwe dike. Demeke dirêj e li vî gundî dijîn. Beriya niha jî 3 caran li dijî wan hewldanên êrişî hatibû kirin. Keya gundiyan li dijî malbatê sor dikir. Keya hat binçavkirin. Ji bilî wî kes nehatiye binçavkirin."   Di meha gulanê de jî li taxa Bahçehîr a heman navçeyê li dijî malbateke kurd êrişeke nîjadperest pêk hatibû û ji malbatê 7 kes hatibûn birîndakirin. Di êrişê de koma nîjadperest ji malbatê re gotibû,'em ê we li vir nedin jiyîn'.    MA / Berna Kîşîn