Walîtiyê êrişa nîjadperest bi 'neyartiyê' ve girêda 2021-07-22 10:22:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiya Konyayê, angaşt kir ku ji ber "neyartiyê" êrişa li navçeya Meramê ya li dijî malbateke kurd a amadî pêk hatiye.   Walîtiya Konyayê, derbarê êrişa ku duh li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ji aliyê komeke nîjadperest ve li dijî malbateke kurd a amedî pêk hatibû û ferdê malbatê Hakîm Dal (43) hatibû qetilkirin de daxuyaniyeke nivîskî da. Walîtiyê, angaşt ku êriş ji ber "neyartiyeke ku li ser xesar dayîna sewalan a erdan derketiye" pêk hatiye. Di berdewamê de Walîtiyê, li gorî xwe hurgiliyên êrişê parve kir û angaşt kir ku êriş bûyereke edlî ye û ji aliyê hin derdorên diyar ve tê berovajîkirin.    MALBAT: JI BER EM KURD IN ÊRIŞÎ ME KIRIN   Birayê Hakîm Dal ê ku di êrişê de hat qetilkirin Hamdî Dal, duh piştî êrişê ji ajansa me re axivîbû û ev tişt gotibûn: "Ji ber em kurd in êriş li dijî me pêk hat. Ji ber ku em kurd in me naxwazin. Ji me re dibêjin, 'Hûn ê van deran bifiroşin û ji vir biçin'. Gundiyên ji gundên derdorê jî zextê li me dikirin. Dixwestin em ji van deran biçin. Beriya niha jî dem deman gef li me dixwarin. Li çola gund dema ku şivanan sewal diçêrandin nîqaş derket. Piştî nîqaşê ji Karahuyukê herî kêm 60 kes bi çekan hatin. Pêşî berî kurê apê min dan. Em 3 kes  bû û bi hinceta şerê şivan bi awayekî kêfî ji ber ku me kurd bûn êrişî me kirin. Kekê min di êrişê de jiyana xwe ji dest da."   'KEYA GUNDIYAN SOR DIKIR'   Ji şahidên bûyerê Mehmet Emîn jî dabû zanîn ku êrişa li dijî malbatê ne êrişa yekemîn e û ev tişt gotibûn: "Malbat bi sewalvaniyê debara xwe dike. Demeke dirêj e li vî gundî dijîn. Beriya niha jî 3 caran li dijî wan hewldanên êrişî hatibû kirin. Keya gundiyan li dijî malbatê sor dikir. Keya hat binçavkirin. Ji bilî wî kes nehatiye binçavkirin."