Li Şirnexê şerê erd derket û welatiyek jiyana xwe ji dest da 2021-07-22 10:54:05   ŞIRNEX - Li gundê Milakerî yê Şirnexê şerê erd derket û di şer de gundiyê bi navê Cabbar Taniş jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Milakerî yê girêdayî navenda Şirnexê, di navbera du malbatan de şerê erd derket. Tê angaştkirin ku keyayê gund A.D. û H.A. bi Cabbar Taniş re nîqaşa erd kirine û piştre gule li reşandine. Hat diyarkirin ku Taniş, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide û keya A.D. û H.A. ji cihê bûyerê direvin. Nehat hînkirin ku keya A.D. û H.A hatine binçavkirin an na.   Cenazeyê Taniş duh di saetên şevê de hat veşartin.