Li Şirnexê bertek nîşanî êrişên nîjadperest dan 2021-07-22 15:18:08   ŞIRNEX - Li Şirnexê, êrişên nîjadperest ên li Afyon û Konyayê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.    Êrişên nîjadperest ku li Afyon û Konyayê li dijî kurdan pêk hatin, li Şirnexê bi daxuyaniyanhatin şermezarkirin. Têkildarî êrişan li Bajaroka Gundikê Melê û navçeya Cizîrê daxuyaniyên hatin dayîn. Daxuyaniya li Gundikê Melê bi beşdariya Parlamentera HDP'ê û gelek HDP'iyan li ber avahiya HDP'ê ya bajarokê hat lidarxistin. Hevşaredara bajarokê Zahîde Erk, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku êrişên ku pêk hatine ne êrişên yekemîn in û êrişan şermezar kir. Erk, got ku berpirsên êrişan desthilata AKP-MHP'ê ne û xwest ku demildest desthilat terka zimanê xwe yê cihêkar bike.    CIZÎR   Li navçeya Cizîrê jî li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê bi beşdariya Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz daxuyanî hat dayîn. Kaçmaz, di daxuyaniyê de axivî û ev tişt gotin: "Ji ber zimanê bloqa faşîst a AKP-MHP'ê li dijî gelê kurd êrişên nîjadperest pêk tên. Hevala me Denîz Poyraz di encama polîtîkayên desthilatê de ji aliyê hêzên paramîlîter ve hat qetilkirin. Di rojên dawîn de dîsa li dijî kurdan polîtîkayên nîjadperest di dewrê de ne. Wê ev êriş qet encam negirin. Li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê divê em mil bidin milê hev û têbikoşin. Bi vî awayî em ê karibin dawî li êrişên nîjadperest bînin. Ji ber van sedeman em bang li herkesî dikin ku li cem gelê kurd û HDP'ê têbikoşin."