ÎHD'ê serdana malbata ku êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin kir 2021-07-22 16:42:29   ENQERE - ÎHD'ê, li nexweşxaneyê serdana malbata kurd ku li navçeya Altindagê êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin kir   Tedawiya malbata kurd a di 20'ê tîrmehê de li taxa Kavakli ya navçeya Altindagê ya Enqerê êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin didome. Ji birîndaran Tûncer Boztaş û Halîs Boztaş li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dişkapi Yildirim Beyazitê û Ferit Boztaş û Feyyaz Boztaş jî li Nexweşxaneya Enqerê tên ragirtin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen û Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Fatîn Kanat çûn her du nexweşxaneyan û serdana birîndarên malbata Boztaş kirin û ji wan re şîfayê xwestin. ÎHD'iyan ji malbatê re ragihandin ku wê pêvajoya derbarê wan de bişopînin.