ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-23 09:00:36 * Serokê Komeleya Karkerên Bêtemînat Abdulselam Kûtlû, anî ziman ku ji bo pêşî li ber êrîşên li ser karkerên kurd ên ji ber siyaseta berberîtiyê pêk tên bên girtin, divê kiryar bê ceza nemînin.  * Amediyan ku bertek nîşanî êrîşên nîjadperest dan îşaret bi zimanê berberîbûnê yên hikûmetê kirin û gotin: "Li qutban jî 3 kurd bên cem hev du, dê êrîşê bibin ser wan."    * Ekolojîst Koray Turkay, anî ziman ku îqtidar xwezayê wekî "meta" dihesibîne û bang kir: "Em bên cem hev da siberojê jîngehek bimîne."    * Dayikên girtiyên ku 239 roj in di greva birçîbûnê de ne, bang li gel kirin. Hanim Mûratoglû ku du kurên wê di girtîgehê de ne got: "Daxwazên wan daxwazên me ne." Necla Ortaç jî got: "Ji bo jiyaneke mirovane di grevê de ne."    * Aynûr Taş ku cenazeyê kurê wê Mazlûm Taş li Efrînê di Goristana Avestayê de ye, xwest cenazeyên ji goristanê hatine derxistin radestî malbatan bên kirin.   * Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 137'emîn de berdewam bike.