40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê 2021-07-23 12:38:58   KONYA - 40 kesên ji koma nijadperest a li Meramê êrişî malbatek Kurd kirin û Hakîm Dal qetil kirin, piştî îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan hatin girtin, sewqî edliyê hatin kirin.    Li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê, komek nîjadperest a ji 60 kesî pêk dihat êrişî malbatek Kurd a Amedê kiribûn û endamê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî, qetil kiribûn. Ji koma nijadperest 40 kes hatin binçavkirin.   Parêzerê malbata Dal Abdurrahman Karabulut, da xuya kirin ku kesên nû hatine  binçavkirin hene û lêpirsîna derbarê wan de dewam dike.   Kesên ku li Miduriyeta Polîsan îfadeyên wan hatin girtin, sewqî Edliya Konyayê hatin kirin.