Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin 2021-07-23 14:32:21 ŞIRNEX - Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Hezex û Elkê, êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan şermezar kirin û destnîşan kirin ku êriş encama polîtîkayên bêcezahiştinê ne.   Êrişên nîjadperest ên li bajarên Tirkiyeyê li dijî kurdan pêk hatin li navçeyên Hezex û Elkê yên Şirnexê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku li Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Elkê hat lidarixsitn de Hevseroka HDP'ê ya Navçey3e Beybûn Aslan axivî û diyar kir ku êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan kurdan emcama polîtîkayên bêcezahiştinê ne û wiha got: "Em ê şopdarên êrişa li Afyonê û cînayeta nîjadperst a li Konyayê bin.    HEZEX   Çalakiyek jî li avahiya HDP'ê ya Navçeya Hezexê hat lidarxistin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Yasîn Oztaş, di çalakiyê de axivî û ev tişt got: "AKP-MHP di hêla siyasî ve hatine ber asta qedandinê, lewre serî li gotinên nefretê didin. Em ê li dijî êrişên nîjadperest ên pêk hatine bêdeng nemînin. Weke Rêxistina HDP'ê ya Hezexê em êrişan şermezar dikin. Weke siyaseta kurd me li dijî van êrişan di paş de gav neavêti. Bila bê zanîn ku gelê kurd û zimanê wî heye û wê timik hebe jî."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.    ÊLIH   Platforma Demokrasiyê ya Êlihê jî têkildarî êrişan daxuyaniyek da. Li ser navê platformê berdevkê demê yê platformê Denîz Topkan, ev daxuyanî da: "Erişên ku her sal li dijî karkerên demsalî pêk tên nîşan didin ku êriş sîstematîk in û ji ber sedemên nîjadperestî pêk tên. Em ji Hakîm Dal re rehmetê û ji malbata wî re jî sersaxiyê dixwazin. Her wiha ji karkerên birîndar jî şîfayê dixwazin. Divê demildest êriş bi dawî bibin û polîtîkayên bêcezahiştinê yên dibin sedema êrişan bên terkkirin. Derbarê faîlan de jî divê lêpirsînên bibandor bên kirin. Em ê vê bişopînin."