Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike 2021-07-24 09:01:56 AMED - Serokê ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn, diyar kir ku sedema êrişên nîjadperest ên li hemberî kurdan polîtîkayên heyî ne. Zeytûn, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurdî dibe sedema van êrîşan.  Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurdî, polîtîkayên ewlehîparêz û bêcezatiyê dibin sedema êrîşên nîjadperest.    BÊCEZATΠ   Zeytûn, anî ziman ku ev êrîş nû dest pê nekirine û ya ku zemîna wan amade dike jî polîtîkayên heyî ne. Zeytûn, bilêv kir ku ji ber ku bi polîtîkayên bêcezatiyê kiryar baş nakevin ber lêpirsînan ev êrîş berbelav bûne. Zeytûn, destnîşan kir ku piştî demekê jî ev êrîş veguherîne tiştekî asayî.    POLÎTÎKAYÊN EWLEHÎPARÊZ    Zeytûn, diyar kir ku bingeha van êrîşan neçareserkirina pirsgirêka kurdî ye û got: "Ji ber ku ji dêvla çareserkirina siyasî, tê xwestin pirsgirêka kurdî bi polîtîkayên wlehîparêz çareser bikin, di warê hiqûqê de jî valahiyek rû dide û ev valahî rê li ber van êrîşan vedike. Bala xwe bidinê, gava pirsgirêka kurdî di çarçoveyekke demokratîk de tê nîqaşkirin, em dibînin ku ev êrîşên nîjadperest kêm dibin."    ‘DÊ BI POLÎTÎKAYA PEJIRANDINÊ KÊM BIBIN'    Zeytûn, destnîşan kir ku ji ber ku îqtidar naxwaze hevrûbûyînek bi paşerojê re çêbibe, polîtîkayên cihêka jî didomin û ji ber ku di warê sûcên nefretê de qanûnek tune ye, di vî warî de valahiyek mezin heye.    Zeytûn got: "Em ÎHD, wisa bawer dikin ku heger terka polîtîkayên heyî bê kirin û aştiyeke civakî ya maf û azadiyan dipejirîne bê çêkirin û kiryar bên darizandin dê ev pirsgirêk jî bê çareserkirin."   Zeytûn, diyar kir ku dê polîtîkaya pejirandinê bandorê li tevahiya civakê bike û bi vî awayî dê sûcên nefretê kêm bibin û got: "Ji bo vê jî têkoşîneke heqiyê û aştiyya civakî şert e."    MA / Eylem Akdag