‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be' 2021-07-24 09:01:57 ENQERE - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku divê daraz li hemberî êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan helwesta xwe nîşan bide û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede jî destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezatiyê êrîşkaran wêrek dike. Di nav hefteyekê de li Afyon, Konya û Enqereyê li hemberî kurdan êrîş çêbûn. Bi vê re sûcê nefretê û polîtîkaya bêcezatiyê careke din bûn rojev.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, êrîşên nîjadperest ên vê dawiyê polîtîkaa bêcezatiyê nirxandin.    ZIMANÊ SIYASETÊ    Keskîn, diyar kir ku cinaet û êrîşên bi saîqên nîjadperest tên kirin ji nêz ve dişopînin. Keskîn, destnîşan kir ku di gelek êrîşan de dadgeh û dozger mijara saîqa nîjadperest nîqaş nakin û wan wekî "bûyerên edlî" nîşan didin. Keskîn, bibîr xist ku êrîşên vê dawiyê êrîşine tirsnak in û got: "Ev tiştek pir talûke ye. Zimanê cihêkar ê siyasetê dibe sedema zêdebûna van êrîşan. Gava ev zimanê cihêkar tê bikaranîn, mirov van êrîşan wekî heqekî dihesibînin."    ‘DIVÊ SAÎQA NÎJADPEREST ESAS BÊ GIRTIN'    Keskîn, destnîşan kir ku êdî divê daraz li hemberî van êrîşên ku bi saîqên nîjadperest tên kirin helwesta xwe nîşan bide û got: "Heya ev êrîş, ji aliyê darazê ve neyên vekolandin, dê bidomin. Wekî kuştina Denîz Poyrazê. Wê jî wekî bûyereke edlî nîşan didin. Divê nîjadperestî, wekî sedema cinayet û êrîşan esas bê girtin. Ev di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û di peymanên navneteweyî yên Tirkiye îmze daniye binî wan de jî heyye. Lê tu carî pêk nayê. Di vir de peywira sereke dikeve ser milê dozgeran. Ev lêpirsîn divê li gor sedemên rasteqîn û li gor hiqûqê esas bên girtin. Lê mixabin ji ber ku daraz pêgirtiye, tu hêviyyek me ji darazê tune ye. Em ÎHD, di vî warî de ji bo hesasbûnê bang dikin."    ‘BÊCEZATÎ ÊRÎŞKARAN WÊREK DIKE'    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Umît Dede jî, destnîşan kir ku du sedemên sereke yên van êrîşên nîjadperest hene. Dede, diyar kir ku sedema ewil, zimanê nefretî, tekparê, cihêkar û nîjadperest ê îqtidarê û alîgirên wê ye. Dede, anî ziman ku sedema dudoyan jî polîtîkaya bêcezatiyê ye ku ev polîtîka êrîşkaran wêrek dike.    ‘KIRYAR TÊN PARASTIN'    Dede, bilêv kir ku partiya wan jî bi van êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimîne û ji bo vê jî êrîşên li Îzmîr û Marmarîsê bibîr xistin. Dede got: "Teqez divê ev êrîş di çarçoveya sûcên nefretê de bên nirxandin û bi vî awayî bên şermezarkirin. PIştî êrîşan îqtidarê, berdevkên wê û burokratên wê bûerê wekî bûyereke edlî nîşan dan. Bi vî awaî di kêliya ewil de hewil dan kiryaran biparêzin."   Dede, anî ziman ku daraz jî van bûyeran wekî bûyerên edlî nîşan dide û bi vî awayî hem kiryaran diparêze hem jî wan wêrek dike.    ‘TÊKOŞÎN LI DIJÎ CIHÊKARIYÊ'    Dede, destnîşan kir ku li dijî van êrîşan divê siyasetmedar pêşî li ber zimanê cihêkarî û ebrberîbûnê bigirin. Dede, anî ziman ku hem di warê hiqûqî hem jî di warê siyasî de dê vê pêvajoyê bişopînin.   Dede, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ev mesele, di heman demê de meseleyeke civakî ye. Têkoşîna li dijî cihêkariyê, ancax bi zêdebûna feraseta jiyana bi hev re pêkan e. Îqtidara siyasî û şirîkên wê, cihêkarî û berberîbûnê gur dikin. Lê em parêzvanên demokrasî, azadî û mafan, em ê bi hemû cudahiyên xwe bi hev re li dijî vê tevbigerin û em ê bi zimanê jiyaneke bi hev re bi israr li dijî vê feraseta tekparêz, cihêkar û berberîtiyê bitêkoşin."    MA / Berîvan Altan