Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin 2021-07-24 13:44:48 KONYA - Li Konya, ji 35 kesên ku ji ber êrişa nijadperest û qetilkirin Hakim Dal (43) hatibûn binçavkirin tenê 1 kes hat girtin.    Li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê, di 21’ê Tîrmehê de, komek nîjadperest a ji 60 kesî pêk dihat êrişî malbatek Kurd a j, Amedê kiribûn û endamê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî, qetil kiribûn. Ji koma nijadperest 40 kes hatibûn binçavkirin.   Lêpirsîna 40 kesên dibin çavan de, bi dawî bibû û duh piştî îfade dan Miduriyeta Polîsan, sewqî edliyê hatibûn kirin. Dozger ji 40 kesan xwestibû 4 kes bên girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî bên berdan.   Ji gumanbarên sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Konyayê hatin kirin, tenê 1 jê hat girtin û yên din serbest hatin berdan. Ji bo 5 kesên serbest hatin berdan jî, şertê kontrola edlî hat danîn.    Barêzerê malbatê Abdurrahman Karabûlût, diyar kir ku ew ê derbarê kesên serbest hatin berdan de, îtîraz bikin.