ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir 2021-07-24 14:20:33   STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Çanakkaleyê têkildarî pirsgirêkên karkerên demsalî raporek amade kirine û di raporê de banga dabînkirina pêdiviya karkeran hat kirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Çanakkaleyê çû gundê Pekmezlî yê bi ser navçeya Bîga ya Çanakkaleyê û serdana karkerên demsalî yên ji navçeya Siwêregê ya Rihayê hatine hatine kir û derbarê rewşa wan de raporek amade kir. Şandeyek ji komeleyê pêk tê di 22’yê tîrmehê de serdana karkerên çandiniyê yên demsalî kir. Karkeran behsa pirsgirêkên xwe û tiştên pê re rûbirû dimînin kir û şandeyê jî têkildarî vê raporek amade kir.    Di raporê de hat gotin nêzî hezar karker li wî gundî dimînin û ji pirsgirêkên avê, serşoştin, daşir û tenduristiyê bigire heta pirsgirêkên din re rûbirû mane. Di raporê de hat gotin ku karkeran gotiye ji ber ew kurd bi cihêkariyê re rûbirû dimînin. Di raporê de hat diyarkirin ku xizmeta tenduristiyê ji bo karkeran nayê kirin û banga çareserkirin pirsgirêka karkeran hat kirin û hat xwestin ku pêdiviyên karkeran werin dabînkirin.