Înîsiyatîfê xwest cezayê girtiyê nexweş Kocaturk bê taloqkirin 2021-07-24 14:57:49     ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, xwest cezayê girtiyê nexweş Resûl Kocaturk bê taloqkirin.   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 359’emîn de li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîna çapemeniyê li dar xist. Înîsiyatîfê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Resûl Kocaturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkalê dimîne.   Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat, derbarê rewşa tenduristiya Kocaturk de agahî da. Kanat, diyar kir ku ji bo ku Kocaturk bê dermankirin, divê tavilê serbest bê berdan.     Kanat, da zanîn ku mafê jiyanê pîroze û wiha got: “Nexweşiya astimê û sendroma Wernicke-Korsakof bi Kocaturk re hene. Di heman demê de nexweşiyên wî yên hipotiroid û kolona irritabl hene. Ji ber van nexweşiyên xwe hatiye dermankirin. Dîsa pirsgirêkên wî yên kezebê, mîde û pişikê hene.”      BANGA SERBEST BERDANÊ   Kanat, da zanîn ku Kocaturk bi rîska panceşêrê re rû bi rû ye û ev bang ji bo Kocaturk kir: “Divê tavilê dermankirina Kocaturk bê lezkirin. Pêwîste ku nexweşiyên wî li ber çavan bên girtin û heya baş bibe, cezayê wî bê taloqkirin. Em dixwazin ku Kocaturk li gel malbata xwe, di şert û mercên bi tendurist de bê dermankirin.”