Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir: Qanûna xwe pêk bînin 2021-07-25 09:06:18   STENBOL - Parêzer Gulseren Yolerî, diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê yên 241 roj in ji bo rakirina tecrîdê didomin, her diçe ber bi xeterê ve diçin û tişta divê rayedar bikin, ew e ku qanûnan pêk bînin.    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatin destpêkirin di roja 241'ê de didomin. Girtiyan çalakiyya greva birçîbûnê a 5 rojan carekê komekê dewr digirt, di 14'ê Tîrmehê de kirin 15 roj.    Endama Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ya Marmarayê û Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî, anî ziman ku di warê tibî de girtiyên di grevê de nayên şopandin û her diçe tenduristiya girtiyan xirab dibe.    CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ    Yolerî, bibîr xist ku girtiyên dikevin greva birçîbûnê cezayên dîsîplînê li wan tên birîn û got: "Gava em li van cezayan mêze dikin, em dibînin ku tecrîdê giran dikin. Ev nayê qebûlkirin. Ji lew re, daxwaza çalakiyê rakirina tecrîdê ye."    QANÛN   Yolerî, destnîşan kir ku tirsa wan ew e ku çalakî veguhere çalakiyeke bêdem û rojiya mirinê. Yolerî, diyar kir ku di çalakiyên greva birçîbûnê ên berê de jî an girtî jiyyana xwe ji dest dane an jî pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde li wan peda bûne û got: "Daxwaza çalakiyê, ew e ku dewlet û îqtidar qanûnên xwe pêk bînin. Yanî pirsgirêkeke ku bi pêkanîna qanûnan çareser dibe, lê mirov ji ber vê pirsgirêkê bedenên xwe dane ber birçîbûnê û mirinê. Ev rewşeke pir wehîm e."    Yolerî, da zanîn ku wekî heyeta şopandinê serî li rayedaran, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konsea Ewropayê (CPT) û hin saziyên navneteweyî dane, lê belê heya niha tu bersiv negirtine. Yolrî got: "Heya neçareserî bidome, em wisa dizanin dê çalakî jî ber bi pêvajoyeke dijwar ve biçe. Em ji yên berê de dizanin. Her diçe wext kêm dibe. Pêvajoya ku herî zêde hewildan çêbibin, ev pêvajo ye. Berî ku kes jiyana xwe ji dest bide, divê em enerjî, bertek û hesasieta ji bo çareseriyê bidin der. Em bang li rayedaran dikin ku Qanûna Bingehîn û berpirsiyariyên xwe pêk bînin."    MA / Nacî Kaya