Malbata Şenyaşar 139 roj in li benda ‘edaletê’ ye 2021-07-25 11:07:22 RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 139’emîn de “Nobeta Edaletê” berdewam kir û got: “Dozgerek biwerêk dernakeve û hesab napirse. Tirkiye hemû li vê bêedaletiyê temaşe dike.”    Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 139’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber ku dawiya hefteyê ye û li Edliyeya Rihayê mesaî tune ne li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê çalakiyê berdewam dike. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Seranserî dîrokê edaletê bextewarî, daye civakê. Bêedaletî jî tunebûnê û hilweşandinê aniye. Malbata parlamenterek li nexweşxaneyê komkujiyê dike. Dozgerek biwerêk dernakeve û hesab napirse. Tirkiye hemû li vê bêedaletiyê temaşe dike.”