Odeya Tabîban bi keyayan re civîna derzîkirinê li dar xist 2021-07-25 16:50:01   AMED - Odeya Tabîban a Amedê têkildarî pêketiyên koronayê û rêjeyên derzîkirinê bi keyayên taxan re civiya.    Odeya Tabîban a Amedê têkildarî zêdebûna pêketiyên koronayê û rêjeya kêm a derzîkirina koronayê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê bi keyayên taxên Amedê re civîn li dar xist. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkan a Tirk Dr. Halîs Yerlîkaya, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn.    Dr. Yerlîkaya di civînê de axivî û destnîşan kir ku derzîkirin girîng e û ev demek dirêj e banga derzîkirinê li xelkê dikin û tevî vê yekê jî rêjeya derzîkirinê têr nake. Yerlîkaya anî ziman ku ew di pandemiyê de di pêvajoyek nû de ne û ji bo pêketî û mirî çênebin divê xelk biçe derzî bibe.    AMED DI RÊZA 5’EMÎN DE YE    Seroka Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Tûran jî destnîşan kir ku ew ji bo mafê tenduristiya xelkê têdikoşin û kampanya wan a “Derzîbûn berpirsiyariya me ya civakî ye” berdewam dike û divê keyayên taxan jî bibin parçeyek vê kampanya wan. Tûran diyar kir ku piştî tevdîr hatin rakirin Amed di rêjeya pêketiyan de ketiye rêza 5’emîn û ji ber vê ew dixwazin xelkê Amedê derzî bibe.    Civîn bi pirs û pêşniyazên keyayan bi dawî bû.