48 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê dan 2021-07-25 17:39:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên 48 bajaran, Rojnameya Yenî Şafakê ku daxuyaniya 15 baroyên bakurê Kurdistanê yên êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan şermezar kiribûn derxistibû manşetê û baroyan hedef nîşan dabû, şermezar kir.   Amed, Wan, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Antalya jî di nav de baroyên 48 bajaran, bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî Rojnameya Yenî Şafakê ku daxuyaniya 15 baroyên bakurê Kurdistanê yên êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan şermezar kiribûn derxistibû manşetê û baroyan hedef nîşan dabû, dan. Di daxuyaniya baroyan de ev tişt hat gotin: "Dij derketina zimanê nefretê û cihêkariyê di çarçoveya peywira parastina mafê mirovan a baroyan de ye. Ev zimanê ku baroyan rexne kiriye di 23'ê tîrmehê de di provakasyona rojnameyekê de xwe daye der. Nivîsa ku di vê rojnameyê de hatiye weşandin û 15 baroyan hedef nîşan daye ne nûçe û amûra propagandayê ye. Ev rewş wêrekiya ku kes û saziyan bi îftirayan dike hedef a nivîskî ye."    PIŞTGIRIYA BAROYAN      Di berdewama daxuyaniyê de ji bo baroyan ev piştgirî hat dayîn: "Lê divê kesên ku vê nivîsê nivisandine; baroyên ku saziyên hiqûqê ne wê qet serî netewînin, qet dev ji anîna ziman a rastiyan bernedin. Em vê saziyê û saziyên çapameniyê yên mîna wê bi rêbazên nêzî hev mafê gel ê agahî girtinê îstismar dikin û baroyan dikin hedef şermezar dikin, ji bo ku li pêşberî hiqûqê hesab bidin em bibin şopînerê mijarê û em ji raya giştî re radigihînin ku em li cem baroyên ku daxuyanî dane ne."   Baroyên ku ji bo pitgiriya 15 baroyan daxuyanî dane wiha ne:    * Baroya Edenê * Baroya Semsûrê * Baroya Agiriyê  * Baroya Enqerê * Baroya Antalyayê  * Baroya Artvînê * Baroya Aydinê  * Baroya Balikesîrê * Baroya Êlihê  * Baroya Çewlikê  * Baroya Bedlîsê  * Baroya Bolûyê  * Baroya Bûrsayê  * Baroya Çanakkaleyê  * Baroya Çankiriyê * Baroya Amedê  * Baroya Edîrneyê  * Baroya Eskîşehîrê  * Baroya Dîlokê  * Baroya Gîresûnê  * Baroya Colemêrgê  * Baroya Îdir  * Baroya Stenbolê  * Baroya Îzmîrê  * Baroya Gurgumê  * Baroya Qersê  * Baroya Kastamonûyê  * Baroya Qeyseriyê  * Baroya Kirklareliyê  * Baroya Kocaeliyê  * Baroya Meletiyê  * Baroya Manîsayê  * Baroya Mardînê * Baroya Mersînê * Baroya Mûglayê  * Baroya Mûşê  * Baroya Ordûyê * Baroya Samsûnê  * Baroya Sêrtê  * Baroya Rihayê  * Baroya Şirnexê  * Baroya Tekîrdagê * Baroya Trabzonê * Baroya Dersimê  * Baroya Wanê  * Baroya Yalovayê * Baroya Yozgatê * Baroya Zongûldakê