Qefleyek penaberên Afgan dema ku ji Wanê derdikeve 2021-07-26 10:24:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenek balkêş ê qefleya penaberên Afganistanê li Wanê derket holê. Qefleya penaberan ku ji sedan kes pêk tê, tevî kelegerma havînê jî tî û birçî ber bi bajarên rojavayê Tirkiyê ve derketine ser rê.     Piştî ku Amerîka û NATO biryara vekişandina hêzên xwe yên ji Afganistanê dan, ji ber şerê navxweyî yê di navbera Talîban û hikumeta Afganistanê de zêde bû, xelkê li vî welatî terka welatê xwe dikin û dibin penaber. Bi piraniya van penaberan qefle bi qefle di ser sînorê Îranê de tên navçeyên Wanê û navenda wê.    Wan bûye rawestgeha ewil a penaberên afgan û ji vir jî ber bi bajarên rojavayê Tirkiyê ve diçin.     Çend roj berê qefleyek ku ji sedan penaberên afgan pêk tê ewilî ji ser xeta sînor tên navenda Wanê û pişt re jî ji navenda Wanê derdikevin û ber bi bajarên rojavayê Tirkiyê ve dikevin rê.    Dîmenê vê qefleya qelebalix a penaberan li herêma Kûrûbaş a bi ser navçeya Artemêtana Wanê ve hatiye kişandin.    TEVÎ KELEGERMA HAVÎNÊ JÎ LI SER RÊYA NE   Di dîmen de jî xuya dibe ku bi sedan penaber, di bin kelegerma havînê de tî û birçî li ser rêya ne û dimeşin. Ev penaber bi rojan tevî hewaya germ jî dimeşin û dixwazin xwe bigihînin bajarên Tirkiyê yên li ser sînorê Ewropayê da ku derbasî welatên Ewropayê bibin.    Bi rojane li ser xeta sînorê Wanê û li gelek deverên din qefle bi qefle dîmenên van penaberên Afganistanê derdikevin holê.