Karkerê ku li Afyonê bi êrişê re rûbirû ma: Êrişeke nijadperest û plankirî bû 2021-07-27 09:01:03 AMED - Karker Îsmaîl Tan ku li Afyonê bi êrişa nîjadperest re rûbirû ma got: "Êrişeke nijadperest û plankirî bû."  Di 19'ê Tîrmehê de li bajaroka Dereçîne ya navçeya Sûltandagi ya Afyyonê komeke 20 kesî êrîş biribû ser karkerên demsalî yên kurd. Di êrişê de 7 kurd birîndar bûbûn. Azîze Tan û kurê xwe Îsmaîl Tan (19) ku piştî êrişê vegeriyan Amedê, tiştên hatin serê wan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin.    CENDIRME: HEWCE NAKE    Îsmaîl Tan, anî ziman ku êvara êdî tevî 3 pismamên xwe çûne berber, lê ji ber ku dora wan dane hin kesên din îtiraz kirine û paşê berber heqaret li wan kiriye. Tan, diyar kir ku ji ber vê haya qereqolê pê xistine û got: "Cendirmeyan ji me re got, 'Hûn gilî bikin jî dê doz 4-5 salan bidome.' Xwestin em deng nekin û ji nedîtî ve bên."    ‘BEN BÎNIN EM GIRÊ BIDIN'    Tan, destnîşan kir ku piştî esker çûne, êrîş cardin dewam kiriye û got: "Me jî got em vegerin biçin konê xwe. Gava pismamên min çûn avê û hatin, berber û bavê wî ji wan re gotin 'Hûn li çi dinerin?' Pismamên min jî gotin, 'Me mêze nekiriye.' Paşê, berber û ên li qehwexaneyê êrîş kirin. Ez jî ber bi pismamên xwe ve çûm. Paşê em bi hev re ber bi malê ve reviyan. Ji lew re ew 30-40 kes bûn. Gava em bazdan em ji hev qetiyan. Min zevt kirin. Gava çêr dikirin digotin, 'Tu terorîst î, te ji me re nîşana azadiyê kir.' LÊ tu eleqea wê pê tune bû. Gava li min dixistin, vîdeo jî dikişandin. Û digotin 'Benik bînin, em wî girê bidin.' Cadin reviyam û cardin ez zevt kiim û li min xistin."    Tan, bibîr xist ku piştî êrîşê wî rakirine nexweşxaneê û li vir eskeran jî heqaret li pismamên wî kiriye. Tan got: "Gava pismamên min li min nabînin, ji cendirmeyyan dipirsin. Cendirme jî çêra dikin. Pismamên min jî, ji tirsa deng nakin."    Tan, bilêv kir ku berî ku esker bên êrîşkaran kevir avêtine ên di konan de û ji wan re gotine "terorîstno" û eskeran di zabitnameyê de navê hemû kesan nenivîsiye. Tan got: "Min got, 20-30 kesî li min xist. Cendirmeyan tenê navê çend kesan gotin û xwestin ez di zabitnameyê de navê wan binivîsim. Min jî navê berber û bavê wî navê kesekî din nivîsî."   Tan, ji bo bûyerê got: "Bûyereke nîjadperst bû."    PLAN    Tan, diyar kir ku berê jî ji bo kar çûye bajarên rojavayê Tirkiyeyê û got: "Hema bibêje ji ber van êrîşkaran bûm dijminê rojavayê. Lê mêze kin ev êrîş li ser hev çêbûn. Pêşî Afyonî paşê Konya û herî dawî Enqere. Ez dibêjim ev tiştekî plankirî ye. Şaşiyek pir mezin kirin. Em karê wan dikin, lê ew êrîşî me dikin. Ji bo cezayê ku di pandemiyê de li min hat birîn û heqê dersxaneya xwe bidim, çûm kar."    ‘XWESTIN KEÇA MIN BIREVÎNIN'    Dayik Azîze Tan jî anî ziman ku gava bihîstiye kurê wê Îsmaîl hatiye revandin, rabûye li kurê xwe geriyae. Tan, bilêv kir ku wê kêliyê dîtiye ku hin kes li Îsmaîl dixin û got: "Çêr kirin û çûn. Gava me bihîst li zarokên gora min jî xistine, em bi wesayîtê çûn medanê. Gava em çûn, gelek mirov bi ser me de hatin. Haya me ji meseleyê tune bû. Êrîşkar di dest wan de dar, heqaret dikirin û dihatin. Em 4 kes bûn. Bi daran li keça min û li keça din a tiyê min xistin. Keça min got, di dema êrîşê de hin kesan hewl daye wê bi zorê li wesayîtekê siwar bikin. Zarokên tiyên min, keça min ji nav lepên wan derdixin. Gava em vegeriyan, me dît ku ketine konên me jî."    'EM WE NAXWAZIN'    Dayik Tan, bilêv kir ku paşê çûne nexweşxaneyê û êrîşkar hatine wir jî û got: "Kurê min tim diaxivî. Bijîşk got, 'dibe ku şok bûbe.' Me sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê kir. Paşê hîn bûm ku keça min, kurê tiyê min û keça gorima min jî rakirine nexweşxaneyê. Gava em li nexweşxaneyên bûn, hin rayedarên gund ji yên me re gotine 'ecele vir vala bikin, em we naxwazin, herin ji vir.' Gava em vegeriyan, jixwe her kesî eşyayên xwe bi hev dabûn û ji min re gotin 'di nav nîv saetî de vir vala bikin.'"    Tan, da zanîn ku hejmara êrîşkaran 30-40 bûn û got: "Ma ev ne nîjadperest bi îja çi ne?"    MA / Ergîn Çaglar