Dayika ku 5 sal in cenazeyê lawê xwe wernegirtiye: Êdî bila vê zilmê li me nekin 2021-07-27 15:44:25   COLEMÊRG - Feyrûze Kûrt diyar kir ku 5 sal in wê cenazeyê lawê xwe yê tê gotin di qedexeya derketina derve ya li Geverê jiyana xwe dest daye wernegirtiye û got: “Dewlet cihê cenazeyên me dizane. Êdî bila vê zilmê li me nekin.”    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 13’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Tê gotin Aydin Kûrt di dema şerê li navçeyê de jiyana xwe ji dest daye. 5 sal in cenazeyê Kûrt nadin malbata wî. Malbata Kûrt a li Îzmîrê dijî li Geverê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê da. Malbatê li ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xist.    ‘ARMANCA WAN EW E KU ÊŞA ME ZÊDE BIKIN’    Dayika Aydin Kûrt, Feyrûze Kûrt destnîşan kir ku 5 sal in wan nimûneya xwîna DNA’yê dane lê heta niha tu encam wernegirtine. Kûrt anî ziman ku piştî sala 2016’an ji lawê xwe agahî wernegirtiye û got: “Polîsan ji me re got kurê we li Geverê li dijî me şer dike. Hemin li hemberî me şer dike biçin wî bînin. Piştî qedexeyê cenazeyan hemû birin Erziromê û em çûn Erziromê serî li dozgeriyê da. 34 cenaze li morgê hebûn, me yek bi yek lê mêze kir, di nav wan de nebû. 5 sal in em lê digerin, lê me jê agahî wernegirtiye. Wan cenazeyan hemû li goristana bêkesan veşartin. Tenê armancek dewletê heye, dixwaze êşa bi me bide kişandin. Bêyî ku DNA’ya cenazeyan were kirin, hatine veşartin. Dozger bi xwe ji me re got. Êdî bila eziyeê li me dayikan nekin. Dewlet cihê cenazeyên me dizane. Êdî bila vê zilmê li me nekin. Em dixwazin cenazeyên me bidin me. Em dixwazin gorek zarokên me hebe û em biçin ser gorên wan.”    DÊ CENAZEYAN BIŞOPÎNIN    Rêveberê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Eren Baskin jî axivî û destnîşan kir ku ew van cenazeyan hemû bişopînin û ji bo cenazeyê Aydin Kûrt bidin malbata wî bang li rayedaran kir ku demildest bikevin tevgerê û wezîfeya xwe pêk bînin.