HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest 2021-07-27 16:11:04 ÊLIH - Şandeya HDP’ê serdana gundên Hezoyê kir û ji xelkê herêmê re behsa pêvajoya tecrîdê, greva birçîbûnê û doza girtinê kir. Xelkê gundan daxwaziya azadiya Ocalan kirin.     Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê serdana gelek gundên navçeya Hezoyê kir. Di serdana her gundekî de behsa tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê û doza girtina HDP’ê hat kirin. Balkêş bû ku di serdanan de azadiya Ocalan hat xwestin.    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca û Necdet Îpekyuz, Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku qeyûm danîn şûna wî, Hevserokên HDP’a Êlihê Omer Kulpu û Fatma Ablay, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê ewilî li Bajaroka Kaniyahenê ya bi ser navçeya Hezoyê ve civiyan. Şande bi sê başkan ve serdana gundan kir.    DAXWAZA AZADIYA OCALAN HAT KIRIN    Şandeya HDP’ê ewilî serdana gundê Zîlana Hezoyê ku li wir Îsa Ûke yê roja 10’ê tîrmehê di qenala avê de xeniqîbû kir.    Şandeyên HDP’ê bi sê baskan ve serdana gundên Bacaxê, Xoxê, Dêle, Simaîlka, Kanîyaberê, Selîvê, Huskut, Melkîşa, Şelmo, Baqînê, Avaga, Malêgir, Qeynterê, Celdeka, Kenik, Baştirma Jorî, Eynhesarê, Şedirkê û Xedîrê kir.    Di serdanan de xelkê gundan bi kêfxweşî pêşwazî li şandeyên HDP’ê kir û xwarin û vexwarinê îkramî wan kirin. Daxwaza sereke ya xelkê van gundan ew bû ku tecrîda li ser Ocalan were bidawîkirin û azadiya Ocalan pêk were.    SÛCÊ NAVNETEWΠ   Parlamenter Feleknas Ûca di serdanan de destnîşan kir ku Tirkiye bi tecrîdê sûc dike û bang li hiqûqa navnetewî kir ku bikeve dewrê. Ûca bal kişand ser greva birçîbûnê û got daxwaza girtiyan ji aliyê îqtidarê ve ji nedîtî ve tê û lê belê wê bi berxwedana civakê hikumet neçar bimîne ku gavan biavêje.    DOZA GIRTINA HDP’Ê    Parlamenter Necdet Îpekyuz jî bal kişand ser doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin û destnîşan kir ku îqtidara ku her roj li meydanan qala demokrasiyê dike lê radibe doza girtinê li HDP’ê vedike û bi vî awayî dawiya xwe tîne.    ‘ÎQTIDAR JI DEMOKRASIYÊ DITIRSE’    Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran jî li gundê Xedîrê çû nav baxçeyê malbatek ku karê titûnê dikirin û alîkariya wan kir. Başaran di serdanên gundan de bal kişand ser tecrîd, greva birçîbûnê û doza girtina HDP’ê û pirsên welatiyên li gundan ên derbarê pêvajoyê de bersivand. Başaran destnîşan kir ku divê her kes deng bide dengê gritiyên dikevin greva birçîbûnê û pêwîste her kes kevirek bide ser kevirekî. Başaran anî ziman ku di doza girtina HDP’ê de ew baş dibînin û nîşaneya tirsa îqtidarê ya ji demokrasiyê ye.