Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat 2021-07-27 16:42:08   COLEMÊRG - Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat û hat ragihandin gelek leşker birîndar bûne.    Di navbera gundên Memkava û Yekmala Jêrî yên bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve li dijî dolmîşa leşkeriyê teqîn pêk hat. Piştî teqînê gelek tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Nehat zanîn ku kesî ka jiyana xwe ji dest daye an nedaye. Leşkerên xwedî erk jî di nav de birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.    Leşkerên giran birîndar bûn piştî mudaxileya ewilî ya li Geverê rakirin nexweşxaneyên li Wanê. Piştî teqînê rê li çûnehata rêya bejahiyê hat girtin.