Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin 2021-07-27 18:24:29   EDENE - HDP'ê li Edeneyê di çarçoveya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de hevdîtin bi gel re kir. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tecrîda Îmraliyê biryareke siyasî ye û got: "Em ê tecrîdê jî bişikînin, aştiyê jî bînin û em HDP em ê tim hebin."    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tûncer Bakirhan û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, dê di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de dê li Çûkûrovayê 3 rojan hevdîtinê bi gel, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî re bikin. Rawestgeha ewil a heyetê Edene bû. Heyet, dê 3 rojan li ser hev li Edene, Osmaniye û Hatayê hevdîtinan bike.    POLÎSAN DEST DANÎ SER ALAYÊN HDP'Ê    Gel li Otobana Edeneyê heyeta HDP'ê pêşwazî kir û li nav bajêr konvoyyek hat çêkirin. Di dema konvoyê de polîsan dest danîn ser alayên HDP'ê û bi hinceta "talûkeya di trafîkê de" cezayê pereyî li xwediyê wesayîtan birîn.    HEVDÎTINA BI GEL RE   Piştî konvoyê li Park Otêla Şîrînê hevdîtin bi gel re hat kirin. Li hêwana otêlê pankartên li ser "Em xwe rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin", "Em HDP'î ne, li her derî ne!" û "Ji bo azadiya jinê em HDP'î ne li her derî ne!" nivîsandî û alayên HDP'ê hatin daliqandin.Ji xeynî Bakirhan û Beştaşê parlementerên HDP'ê Tula Hatîmogûllari, Fatma Kûrtûlan û Kemal Pekoz û endamên MYK û PM'ê yên HDP'ê û gelek kes tevli hevdîtinê bûn. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir û ewilî Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş axivî.    Piştî Karakiş Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, bilêv kir ku jin li her derî têdikoşin û ji bo kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" jî bilêv kir ku îqtidar dixwaze wan bênefes bihêle, lê belê ew li her derî ne û dê li her derî bin. Beştaş, destnîşan kir ku Tirkiye bê kurdan nabe welatekî demokratîk û bal kişand ser êrîşên nîjadperest. Beştaş, bilêv kir ku dê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bitêkoşin, ji lew re ev welat ê her kesî ye û kurd ne mêvan in.    'TECRÎD BIRYAREKE SIYASÎ YE'    Beştaş, bal kişand ser doza ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin jî û destnîşan kir ku ev biryareke siyasî yya îqtidarê ye û perçeyeke Plana Rûxandinê ye. Beştaş, ji bo tecrîda li Îmraliyê jî destnîşan kir ku tecrîd biryareke siyasî e û îqtidar qanûnên xwe dieciqîne. Beştaş got: "Armanceke vê tecrîdê heye. Dixwazin ji Ocalan xelas bibin. Ocalan, tim dibêje aştî. Kesên pêvajoya çareseriyê qedandin, xwe jî qedandin."    Beştaş di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê tecrîdê  jî bişikînin, aştiyê jî bînin û em HDP em ê tim hebin."    TÊKOŞÎN   Piştî Beştaşê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan jî anî ziman ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha bi polîtîkayyên înkar û asîmlasiyonê yên îqtidaran re rû bi rû ne, lê belê gelê kurd bi berxwedana xwe polîtîkayên înkarparêz ên dewletê pûç kirine. Bakirhan, diyar kir ku her roj zext û zoriyên dewletê zêde dibin û li hemberî gelê kurd polîtîkane pir dijwar pêk tên. Bakirhan, destnîşan kir ku lê ew dikarin bi rêxistinbûyînê, berxwedan û têkoşînê ji heqê van polîtîkayyan derkevin. Bakirhan, bal kişand ser girîngiya têkoşînê û got: "An em ê bi ser bikevin an jî em ê li hember van polîtîkayan hîn bêtir bedêlê bidin."    Hevdîtin bi berzkirina "Bijî berxwedana zindana" û "HDP gel e, gel li vir e" bi dawî bû.    Heyet, paşê li heman otêlê hevdîtin bi Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê re kir.