Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin 2021-07-28 11:31:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Di doza êrişa parastvanên Erdogan a li Washingoton DC'ê de îttîraz Tirkiyeyê ya li Dadgeha Temyîzê hatibû kirin hat redkirin.    Di meha çileya 2019'an de Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê yê Demê Donald Trûmp re serdana Amerîkayê kiribû. Di vê serdanê de parastvanên Erdogan li Washingoton DC'ê bi awayekî tund êrişî kesên ku li dijî Erdogan derketibûn kiribûn. Ev êriş di serî de di çapameniya Amerîkayê de di çapameniya dinyayê de bûbû rojev û gelek nirxandin li ser hatibûn kirin. Piştre jî dozên tazmînatê li Tirkiyeyê hatibû vekirin. Dadgeha Herêmê ya Washingtonê doza qebûl kiribû û Tirkiye jî serlêdana temyîzê li dadgehê kiribû. Dadgeha Temyîzê, di 27'ê tîrmehê de biryara xwe aşkera kir û biryara berdewamkirina dozan da û îttîraza Tirkiyeyê red kir.