Sancar û Aydeniz li Agiriyê bi coş hatin pêşwazîkirin 2021-07-28 16:17:18   AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydeniz li Agiriyê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya “Em HDP’yî ne, li her derê ne” li Agiriyê hevdîtinên gel li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz, parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên HDP’ê ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, rêveberên herêmê beşdarî hevdîtinê bûn. Sancar û Aydenîz li balafirgehê ji aliyê bi sedan kes vi bi berzkirina dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.    PÊŞWAZIYA BI COŞ    Hevserokên partiyan bi konvoyê derbasî navenda bajêr bûn û li ser cadeya berê ya Wanê serdana esnafan kirin. Xelkê bi berzkirina dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e” û “Jin jiyan azadî” hevserokan pêşwazî kir. Girse pişt re bi coşek mezin heta ber avahiya HDP’ê meşiya.    AYDENIZ: ME ÇOK DANENΠ   Hevserok Salîha Ayedeniz li ber avahiya HDP’ê axivî û got: “Bi salan e bi zext û zordariyê bi ser partiya me ve tên. Lê belê tevî hemû êriş û zextan jî xelkê me li têkoşîna xwe xwedî derdikeve û bi rê ve dibe. Heta niha vî gelî li hember zextan çok daneniye û wê daneyne.”    SANCAR: YA KU VÊ HÊZÊ DAYE ME GELÊ ME    Hevserok Mîthat Sancar jî axivî û wiha got: “Em spasiya gelê xwe ku li çiyayên hênik ên Serhedê me bi germahî pêşwazî kirin, dikin. Me got ‘Em HDP ne û li vir in’. Meşa ku me li Agiriyê kir, me li çar aliyê welat dikin. Ya ku vê hêzê daye me, ked û têkoşîna gelê me ye. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin. Ne bi zextên polîsan û ne jî bi girtinan wê nikaribin me têk bibin.”    Piştî axaftinan hevserokên partiyan û şandeya li gel wan derbasî navçeya Panosê ya Agiriyê bûn û beşdarî civîna gel bûn.