Li Wanê lehî rabû: 2 şivan winda ne 2021-07-28 23:24:33   WAN - Li Wanê lehî rabû. Xeber ji du şivanan nayê girtin û hat ragihandin ku bi dehan kes jî li herêma lehî lê rabûye asê mane.    Li navçeyên Elbak û Qerqeliyê yên Wanê, ji ber baran zêde lehî rabû. Li taxên Albayrak û Guzeldere yên Elbakê û li taxên Sarikoy, Kaşikara û Yunkûşak ên Qerqeliyê lehî rabû.    HEYWAN MIRIN   Ji ber lehiyê gelek welatî li herêma lehiyê asê man û gelek pezên ketin ber lehiyê jî mirin.    DU ŞIVAN WINDA NE   Welatiyan ragihand ku li Elbakê du şivan jî winda ne û heya niha ji bo lêgerînê tu tişt nehatiye kirin.    Heya niha saziyên fermî derbarê lehiyê de tu daxuyanî nedane.