Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji bo derzîbûnê bang kir 2021-07-29 09:07:14 WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç, bal kişand ser kêmbûna rêjeya derzîbûnê û zêdebûna pêketiyan û bang li gel kir ku derzî bibin.  Li herêmê ji bajarên ku rêjeya derzîkirinê kêm e, yek jê jî Wan e. Her wiha li Wanê hejmara pêketiyan jî zêde dibe û di tabloya Covîd-19'ê ya hejmara pêketiyan de jî di nav bajarên sor de ye. Li bajêr rêjeya doza ewil ji sedî 53.4 û rêjeya doza duyem jî li dor ji sedî 20'î ye.    Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç, kêbûna rêjeya derzîkirinê û zêdebûna pêketiyan nirxand.    Yavîç, diyar kir ku di 1'ê Tîrmehê de tevdîr hatine sistkirin û niha rewş giran dibe. Yavîş, destnîşan kir ku li herêmê hejmara pêketiyan pir zêde dibe û li Wanê jî hejmara pêketiyan pir zêde bûye. Yavîç got: "Saziyên tenduristiyê tije bûne. Tiştekî wisa kirin ku wekî ji civakê re bibêjin pandemî xelas bûye. Di warê derziyê de mixabin hedefa dihat payyîn çênebû. Di 6 mehan de diviya bû ji sedî 70'yê civakê derzî bûbûna, lê nebû."    DOZA DUYEKM JI SEDÎ 20 E    Yavîç, destnîşan kir ku ji ber wezaret û îqtidar pêvajoyê bi awayekî derî derziyê bi rê ve birine, di civakê de ji bo derziyê nebaweriyek çêbûye. Yavîç, bi lêv kir ku li herêmê divê xebatênderziyê bi zimanê zikmakî bên kirin û got: "Li Wan û Colemêrgê rêjeya doza duyem li dor ji sedî 20'î ye. Mixabin ev ji ber polîtîkayên şaş û pêkanînên şaş e."    Yavîç, diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê ji ber şert û mercên giran serî li Odeya Bijîşkan didin û got: "Xebatkarên tenduristiyê ku demeke dirêj e bi fidakarî dixebitin êdî pir westiyane. Li saziyên tenduristiyê hejmara xebatkaran pir kêm e."    BANGAWAZÎ JI BO DERZIYÊ   Yavîç, ji bo derziyê bang li welatiyan kir û got: "Bi rastî jî derbarê derziyê de nebaweriyek mezin heye. Lê halbûkî ji bo parastina xizmeta herî girîng e. Divê neyê jibîrkirin ku tekane çeka me ya ji bo qedandina pandemiyê derzî ye. Gel divê bê dudilî derzî bibe. Ev berpirsiyariyeke civakî ye."