Çemê Reş ziwa dibe 2021-07-29 09:07:19 AMED - Çemê Reş ji ber hişkesaliyê û xebatên sondajê ziwa dibe.  Kaniyên Çemê Reş ku li nêzî gundê Xanika Jêr ê Çinara Amedê ye û bi ava xwe ya cemidî balê dikişînin û her sal bi hezaran kes ji bo ger û geştê diçinê wan, ziwa bûn. Tê diyarkirin ku sedema ziwabûna kaniyên diherikin çem, ji ber hişkesaliyê û xebatên sondajê ne. Ji ber ku kaniyên çem xwedî dikin ziwa bûne, piraniya çem jî ziwa bûye.    TENÊ LI CIHEKÎ AV HEYE    Saîd Demîr (35) ku li herêma Çemê Reş dimîne û li qeraxa çem restorana wî heye, anî ziman ku ji ber ku ji zû de ye baran û berf nabarin, hişkesalî çêbûye û ev yek bandorê li çem jî kiriye. Her wiha Demîr destnîşan kir ku xebatên sondajê yên ji bo avdaniya erdan jî bandorê li ziwabûna çem dikin.   Demîr, diyar kir ku tenê li cihê ku niha lê ye hinek av maye û heger wisa bidome dê ava heyî jî ziwa bibe.    Demîr got: "Çemê Reş heya Bendava Goksûyê diçe. A rast, ev der girêdayî Mêrdînê ye. Devereke dîrokî ye. Ji bo gelê herêmê cihekî dîrokî ye. Divê xwedî lê bê derketin."    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol