HDP li Samandagê ye: Em ji vê desthilatê bi gazind in 2021-07-29 13:27:02   HATAY - HDP'ê di çarçoveya kampanya "Em li her derê ne" debi samandagiyan re hat gelhev û pirsgirêk gel guhdar kir û pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş kir.    Heyeta ku ji Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tûncer Bakirhan, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Fatma Kûrtûlan, Kemal Pekoz, endamên MYK û PM'a HDP'ê, rêveberên Partiya Sosyalîst a Damezrandina Jinûve (SYKP) û pêk dihat li navçeya Samandagê ya Hatayê bi gel re hat gelhev. Heyetê, di çarçoveya Kampanya "Em HDP ne li her derê ne" de di roja dawîn a bernameya xwe ya Çûkûrovayê de serdana Komeleya Keyayên Smandagê kir.    'VÎNA GEL HAT XESPKIRIN'   Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, di serdanê de axivî û got ku sedema hemû pirsgirêkên niha zihniyeta tekperest a desthilata AKP-MHP'ê ye. Keyayan jî pirsgirêkên xwe anîn ziman. Piştre bi esnafên navçeyê re hat gelhev. Esnafan heyetê bi eleqeyeke mezin pêşwazî kirin û qurnefîlan dan jinên di heyetê de. Esnafan, qala qrîza aborî kirin û gotin ku her tişt li holê ye û tiştekî ku ew bibêjin tune ye. Her wiha esnafekî gotinên rayedarên AKP'ê yên têkildarî gengeşiya siyasî ya li Tûnûsê bi bîr xist û xwest ku HDP'î jî tayînkirina qeyûman û girtina parlamenteran bi bîra wan bixînin û ev tişt got: "Ev rewş ne xespkirina vîna gel e?" Esnafekî din jî got ku ne ew tenê tevahiya Samandagê di vê pêvajoyê de ji vê desthilatê bi gazind in.   'EM TÊDIKOŞIN'   Heyet, li Qada Abdûllah Comert î bi gel re hat gelhev û pirsgirêkên wan guhdar kir. Heyetê bi welatiyan re li ser doza girtina HDP'ê, nexşeya ku di hilbijartinê de bê şopandin û pergala edaletê ya Tirkiyeyê nîqaşan kir. Li vir jî Beştaş axivî û got ku ew ji bo demokratîkbûna welat têdikoşin. Herî dawî Heyetê serdana esnafên Sîteya Pîşesaziya Biçûk kirin.    DEFNE   Piştre heyet derbasî navçeya Defneyê bû bi esnaf û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî re hat gelhev.