Di lehiya Wanê de sewal mirin û erdan xesar dît 2021-07-29 14:12:34   WAN - Li navçeyên Elbak, Serav, Payîzava û Qelqeliyê di lehiya ku rabû de bi hezaran sewal mirin û bi hezaran donim erd xesar dîtin. Welatiyên ku ji ber lehiyê xesar gihîşt wan banga piştgiriya lezgîn kirin.    Li navçeyên Elbak, Serav, Payîzava û Qelqeliyê yên Wanê ji ber barana zêde duh lehî rabû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, heta niha bi hezaran sewal ji ber lehiyê mirine û bi hezaran donim erd xesar dîtine. Gihayên cotkaran ên nav erdan bi avê re çûne û gelek axur jî hilweşiyane.    SERAV   Li gundên Qurcan, Çaxsere, Xirapsork û Êngizê yên navçeya Seravê ji ber lehiyê gelek sewal mirine û erdan xesar dîtiye. Welatiyên ku ji lehiyê xesar gihîştiye wan daxwaz kirin ku desthilat xesara li wan ketiye bibersivîne.    ELBAK    Li navçeya Elbakê baran li 13 gundan zêde bariyaye û rêya ku diçe navenda navçeyê ji ber lehiyê hilweşiyaye û gelek sewal bi avê re çûne. Hat diyarkirin Heretun, Çûx, Sêgir xesar zêdetir e. Hat hînbûn ku şivanên duh piştî lehiyê agahiyê ji wan nehatibû girtin jî hatine gund.   PAYÎZAVA    Li navçeya Payîzavayê di serî de gundê Paçan li gelek gundan lehî rabûye û xesareke mezin gihîştiye erdan gihayên nav wan. Gundiyan, destnîşan kir ku xebatên tespîtkirina xesara ku gihîştiye wan nehatine destpêkirin.    Li navçeya Qelqeliyê jî li gelek gundan xesar heye.