Gerînendeyê Giştî yê Cûmhûriyetê îstifa kir 2021-07-29 15:32:13   STENBOL - Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cûmhûrriyetê Aykût Kuçukkaya ji peywira xwe îstifa kir.    Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cûmhûrriyetê Aykût Kuçukkaya ku piştî guhertina rêveberiya Cûmhûrriyetê hatibû peywirdarkirin û 3 sal in vê peywirê bi rê ve dibir, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku ji Gerînendetiya Giştî ya Cûmhûrriyetê îstifa kiriye. Kuçukkaya, têkildarî sedema îstifakirina xwe jî agahî dan û da zanîn ku ji ber Seroka Weqfa Cûmhûrriyetê Alev Çoşkûn beriya peymana komkariyê ya bi Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jê xwestiye ku îstifakirinê li rojnamegerên endamên TGS'ê ferz bike îstifa kiriye.