Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin 2021-07-29 23:46:02   BALIKESÎR – Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ku di çarçoveya bernameya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li Balikesîrê axivî, diyar kir ku dê HDP bi awaekî fiîlî neyê girtin û got: "HDP gel e, gotin e, fikir e, berxwedan e. Hûn nikarin gel bigirin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya bernameya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li Balikesîrê hevdîtin bi gel re kir. Hevdîtin li hêwaneke dawetê çêbû. Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ferhat Encu tevli hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "HDP gel e, gel li vir e" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" hatin berzkirin.    ‘MIFTE HDP YE'    Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, di hevdîtinê de derbarê kampanyayê d egel serwext kir. Olûç, diyar kir ku dê di muxalefetê de serdemeke nû biafirînin û bal kişand ser lêkolînên anketê yên derbarê her du tifaqan de û got: "Ferqa di navbera her du tifaqan de kêm e. Mifte li cem kê ye? Mifte li cem HDP'ê ye." Olûç ku got "Em ji bo tifaqaê ne li dû meqam û qoltixê ne" got: "Dem guherîn û veguherîneke demokratîk dixwazin. Em demokrasî, maf û azadiyê dixwazin."    ‘QEYÛMAN RAKIN'    Olûç, bibîr xist ku dozên derbarê girtina HDP'ê de hemû ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve wekî dozên siyasî hatine qebûlkirin. Olûç ji bo gotinên Erdogan ên derbarê "pêvajoya çareseriyê" de ku li Amedê gotibûn, got: "Madem we xera nekin, nexwe hevalên me yên rehîn hatine girtin berdin û qeyûman rakin."    ‘HDP, BERXWEDAN E'    Olûç, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dê nikaribin HDP'ê bi awayekî fiîlî bigirin. Wekî li vê eywanê jî tê dîtin HDP gel, gotin e, fikir e, berxwedan e. Nêvengeke ku gelên cuda fikirên xwe bilêv dikin. Hûn nikarin gel bigirin. HDP li Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş e û li Kandirayê Fîgen Yuksekdag e. Gultan Kişanak e. Îdrîs Balûken e. HDP, li Îmraliyê Birêz Ocalan e."    Olûç, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xurtkirin û mezinkirina têkoşînê.