Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet 2021-07-30 09:06:05 WAN - Rojnamevan Ahmed Kazimî anî ziman ku penaberên efxan ku di dema koçberiyê de bi birçîbûn, tîbûn û sefaletê re rû bi rû dimînin, li hemberî Ewropayê wekî koz tên bikaranîn û dê koçberiya mezin di Îlonê de dest pê bike.  Piştî Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) û Dewletên Yekîbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Efxanistanê vekişiyan, bi hezaran kes ji Efxanistanê dan ser rêyên koçberiyê. Efxanên ku ji ber şer ji bêgavî terka warê xwe dikin, ewilî berê xwe didin Tirkiyeyê. Efxanên ku ji bêgavî terka warê xwe dikin di ser Îran, Wan, Tetwan, Amed û Enqereyê re xwe digihînin Stenbolê û ji vir jî hewl didin biçin Ewropayê. Rawestgeha penaberên efxan a ewil Wan e. Exfanên ku ewilî wekî kom pênc bi pênc û deh bi deh dihatin, di rojên dawî de sed bi sed, dused bi dused û pêncsed bi pêncsed tên.    BIRÇÎBÛN Û TÎBÛN    Penaberên ku bi rojan e li girekî li derdora Çiyayê Erekê ne, pirsgirêka wan a mezin birçîbûn, tîbûn, sefalet û paqijbûn e. Li nav tûmeke li quntarên Çiyayê Erekê Îbrahîm Rezayî tevî hevjîn xwe û du zarokên xwe ku yek jê 2 salî û yê din 5 salî dimîne got: "Em li hemû sînoran bi zextên polîs û eskerên welatan re rû bi rû dimînin. Gava polîs û esker çav bi me dikevin, em ji bêgavî ber bi çiyayan ve dibezin. Herî dawî me xwe gihand Wanê. Ev der, ji bo me ne cihekî rihet e. Em dixwazin biçin Stenbolê. Belkî li wir ji bo malbata xwe jiyanek biewle ava bikim. Efxanistan, êdî ne welatekî ku mirov lê bijî."    TIRSA ZEVTKIRINÊ   Rezayî anî ziman ku tirsa wan a mezin ew e ku ên zevtkirin û got: "Heger polîs û esker me li vira zevt bikin, dê me bibin sînorê Îranê û radestî muhafizan bikin. Em naxwazin tiştekî wisa bê serê me. Tu tiştekî me nema. Çî me hebû, ji bo em bên vira me firotin. Heger me bişînin Îranê, dê muhafiz me radestî nav lepên qaçaxçiyên mirovan bikin. Dê ew jî pereyên me ji me bistînin. Dê telefonî malbatên me bikin û doza pereyan bikin. Dibe ku me bikujin jî. Em ji Tirkiyeyê dixwazin eziyetê li me neke. Me bi çavê xwe dît, Talîban serê mirovan jê dike."    Rezay, bilêv kir ku 10 roj in zarokên wî birçî ne û got: "Zarokên min nexweş ketin. Em perîşan bûne û em nizanin dê çi bibe."    ZAROK NEXWEŞ Û BIRÇÎ NE    Zehra Rezayî jî anî ziman ku bi rojan e zarokên wê birçî ne û got: "Em ji Afxanîstanê çûn Tahranê. Li wir jî mirovan pir tahde li me dikir. Ji ber ku em afxan in, tahde li me kirin. Xeta telefonê jî nefirotin me. Me li wir xaniyek girt, lê pereyek zêde ji me xwestin. Em ji mecbûrî hatin Tirkiyeyê. Pirsgirêkên li Tirkiyeyê hatin serê me ji yên Îranê xirabtir in. Hefteyek e em li Tirkiyeyê ne, lê zewade bi devê me nebûye. Em tenê nanê tisî dixwin. Zarokên min hefteyek e birçî ne û min ew neşûştine. Em di rê de nexweş ketin. Em li vir, li çolê perîşan bûn. Bi şev sar e û zarokên min diqefilin. Biroj jî pir germ e. Zarokên min emelî bûn."    Rezayê got: "Me got ev der ewle ye, em hatin. Lê ne wisa ye. Polîsên Tirkiyeyê bela xw eji me venakin. Em jî mirov in. Em mirov in perîşan in. Li Afxanîstanê şer heye û deverek tune mirov berê xwe bidinê. Ma em ê biçin ku? Jiyan pir zehmet e ji bo me."    MEHEK E DI RÊ DE YE    Temîn Sîna yê 17 ku nêzî mehek berê ji Kabîlê daye ser rêya koçberiyê, anî ziman ku ji roja ku hatiye Tirkiyeyê bi pirsgirêkan re rû bi rû yye. Sîna, destnîşan kir ku hem ji ber qaçaxçiyên mirovan hem jî ji ber eskeran direvin.    ÊDÎ NIKARE BIMEŞE   Mahmût Mîrî (24) ku ji Kabîlê hatiye Wanê, ji ber nexweşînên xwe êdî bi zorekê dimeşe. Mîrî, diyar kir ku dixwaze biçe Stenbolê lê belê ji bo wî pir zehmet e û gelek kesên wekî wî hene ku nikarin bimeşin.    DÊ HER KES KOÇ BIKE    Rojnamevanê afxan Ahmed Kazimî, anî ziman ku tam nizane çend kes koçî Tirkiyeyê kirine, lê belê dê di nêz de hejmara koçberan pir zêde bibe. Kazimî got: "Li gor daneyan di salên dawî de 400 hezar kesên ji Efxanistanê koçî Îranê kirine, piraniya wan di nav du salan de berê xwe dane Tirkiyeyyê. Demek berê keys çêbû li Kabîlê hin lêkolînan bikim. Kesên ji Efxanistanê derên dê koç bikin. Pir kêm kes dixwazin li wir bimînin. Mirov ji ber talûkeyan direvin. Niha ji sedî 70-80'yî li welat şer heye di navbera Talîban û komên din de. Niha ji sedî 30-40'ê xaka Efxanistanê di dest Talîban de ye."    Her wiha Kazimî bertek nîşanî gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ku gotibû "Di navbera baweriya me û Talîbanê de tiştekî ters tune ye" û got: "Serokê welatekî çawa dikare wisa bifikire? A rast em meraq dikin ku Tirkiye çi difikire. Heya niha li Afxanîstanê di navbera Talîbanê û eskerên Tirkiyeyê de tu pirsgirêk rû nedane. Mesele ne bîrdozî ye, mesele meseleya hêzê ye. Tirkiye, li benda qezencekê ye ku ji Efxanistanê bi dest bixe.Tirkiye dibêje, 'Dê DYA derkeve, ez ê derbasî dewsa wan bibim.' Halbûkî Talîban naxwaze hêza xw ebi kesî re payê bike û dê ev bibe cihê rageşiyek mezin di navbera wan de."    JI BO ERDOGAN PÊNGAVEK NÛ    Kazimî ji bo vê rola Tirkiyeyê jî got: "Erdogan, penaberan wekî amûreke gefxwarinê dibîne li hemberî Ewropayê. Dibe ku ev ji bo îqtidara wî pêngavek nû be. Yanî îqtidar ji bo îqtidarên xwe xurt bikin, pêngavine nû dikin. Tirkiye, piştî civîna NATO'yê ji DYA'yê re gotiye 'Ez ê ji dêvla te li wir bim, lê gere tu jî min esas bigirî.' Sedema duyem jî, dixwaze krîza koçberiyê ji bo xwe veguherîne firsendekê. Tirkiye, dixwaze li vir komarên turkî di dest xwe de bihêle. Dibêje, 'heger ez li wir bim, ez ê kekê hemûyan bim.'"    KOÇBERIYA MEZIN DI ÎLONÊ DE    Seroka Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê Jîndar Ûçar jî anî ziman ku wisa difikirin dê koçberiya mezin di Îlonê û piştî Îlonê de çêbibe û got: "Hê koçberiya mezin dest pê nekiriye. Ya niha, li gor a salên berê hebikekî zêde ye, lê em her sal bi dîmenine wisa re rû bi rû dimînin. Çavdêriyên me didomin. Em diwarê alîkariya hiqûqî de dixebitin. Ne pêkan e ku mirov di sînorekî 295 kîlometreyî de hejmara kesên tên û hejmara kesên tên şandin bi temamî tespît bik."    Ûçar, bilêv kir ku welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) Tirkiyeyê ji bo koçberan wekî herêmeke tampon dihesibînin û got: "Xendek û dîwarên li sînor hatine çêkirin, mafê îlticayê yê mirovan bi tememî ji holê radike. Ev binpêkirina mafan e. Bi taybetî divê dewlet alîkariya penaberên li bajêr bike û pêdiviyên wan peyda bike."    MA / Cemil Ûgûr - Dîndar Karataş