Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin 2021-07-30 09:06:08 ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, bertek nîşanî şewitandina daristan û birîna darên li herêmê da û bang li sazî û dezgehan kir: "Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin."  Li herêmên Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê bi dehan caran agir bi daristanan hatin xistin û bi tu awayî mudaxileyî van şewatan nehatin kirin. Her wiha piştî Cûdiyê niha li herêma Bestayê jî dar tên birîn. Parlementera Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) Nûran Îmîr, ji bo çareseriyyê bang li rayedaran kir û got, divê her kes xwedî li xwezayê derkeve.    ÊRÎŞA LI SER XWEZAYÊ   Îmîr, anî ziman ku îqtidara AKP-MHP'ê ku bi awayekî sîstematîk êrîşê dibe ser gelê kurd û siyaseta kurdî, êrîşê dibe ser xwezaya kurdan jî û got: "Ji salên 90'î heya niha her sal bi dehan caran çiyayên me yên wekî Cûdî, Besta û Gabar tên şewitandin. Bi destê hêzên ewlehiyê bi hinceta operasyonê tên şewitandin. Niha jî daran ji kokê de radikin. Rojê bi sedan ton dar bi destên cerdevanan li Cûdî û Bestayê tên jêkirin. Ev nîjadperestî ye li dijî xwezayê."    KANÊN KOMIRÊ Û TERMÎK    Îmîr, bal kişand ser kanên komirên yên li Cûdiyê û zirara ku didin derdorê jî. Îmîr, bilêv kir ku bi destên Suleyman Bolunmez û Acarên AKP'î ve bi van kanan xweza tê texrîbkirin. Îmîr, diyar kir ku îsal Koma CÎNER'ê li Silopiyaê ji bo Santrala Termîkê ya Silopiyayê 800 ton komir ji Çiyayê Cûdî derxistiye û firotiye û got: "Ji ber vê santralê li Botanê gelek nexweşîn çêbûne. Bêhnçikandin, astim, qeyrana dil zêde dibin. Her roj li her navçeyek me herî kêm 5 kes dimirin. Piraniya wan ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest didin. Her wiha jinên ducanî, ji sedî 60'ê wan zarokên wan ji ber wan diçin an jî gava çêdibin berasteng in."    ‘EM XWEDÎ LI CÛDÎ Û BESTAYÊ DERKEVIN'    Îmîr, destnîşan kir ku kuştina xwezayê kuştina mirovan e. Îmîr, bilêv kir ku ji salên 90'î heya niha gund bi qirkirina xwezayê tên valakirin û got: "NIha daristanên me tên şewitandin. Çi qas sazî û dezgeh hebin, divê li ber vê komkujiyê rabin. Bila xwedî li xwezaya Botanê, li xwezaya Cûdî û Bestayê derkevin. Heya ji destê me bê em pêşî li ber van komkujiyan bigirin. Divê her kes xwedî li xwezaya xwe derkeve.