Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin 2021-07-30 10:43:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû yê çû herêma şewatê, li Antalyayê ji aliyê welatiyan ve hat şermezarkirin.   Şewata li herêmên Deryaya Navîn û Egeyê ku dewam dike bû sedema ziyanek mezin û windabûna can. Ligel vê jî hikumet di warê vemirandina şewatê de kêm ma. Ev jî dibe sedama bertek û nerazîbûn  Heya niha di şewatên dewam dikin de 3 kesan jiyana xwe ji destan û zirarek zêde gehişt xweza, mal û milkên welatiyan. Wezîrê Karên Hûndir Mevlut Çavûşoglû, çû Manavgata Antalyayê. Çavûşoglû di çûyîna xwe de rastî bertek û şermezarkirinên welatiyan hat.   Hala kontrol altına alınamayan yangınlar dolayısıyla 3 kişinin hayatını kaybettiği Antalya Manavgat’a giden Dışişleri Bakanı Mevlüt Çavuşoğlu, yurttaşların protestosuyla karşılaştı.    Welatiyekê pirsa “Hûn çima balafira vemirandina şewatê naşînin herêmê” ji Çavûşoglû kir. Wezîr Çavûşoglû jî, diyar kir ku 3 balafirên wan hene, her sê li vê derê ne. Welatiyekê bertek nîşan da û pirsa “Ma balafirên Komara Tirkiyeyê nînin?” kir. Welatiyekê din jî, wiha bertek nîşanî Çavûşoglû da; “Tenê 3 balafirên Komara Tirkiyeyê hene? Her bijî ji were! Di THK’ê de tenê 10 balafir hene. Hemû dirazin!” Çavuşoglû, li ser vê berteka welatî wiha got; “Mijar ne eve.” Welatiyan cardin bertek nîşan dan û gotin “Her bijî ji were, tenê 3 balafirên me hene! Bajarê şewitî. Ma ji dilbûna we ma ye.”   Welatiyan piştî demekê Çavûşoglû bi yûh kirinê şermezar kirin.