Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû 2021-07-30 11:16:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Sedemê şewata li Marmarîsê diyar bû. Du zarokên 10 salî ku tê îdiakirin şewat derxistine li gel pedagog îfadeyên wan hat girtin û gotine “Me pirtûk dişewitand, agir gur bû. Me xwest em bitefînin. Lê netemirî. Em jî reviyan.”    Li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê duh şewata daristanê derketibû û hêj didome. Di demek kin de şewat belav bû. Şewat nêzî jîngehê bûye. Her çiqas tîmên agikurjiyê mudaxile dikin jî lê şewat ji ber ku belav bûye û gûr e nayê vemirandin.    Şahîn Akdemîr ê 25 salî ku ji bo vemirandina agir piştgirî da tîmên agirkujiyê, motosîklêta wî qelibî û di nava gûrika agir da ma û jiyana xwe ji dest da.    Yên ku malên wan nêzî cihê şewatê îdia kirin ku şewat ji aliyê zarokên cîranên wan ve hatiye derxistin. Li ser vê yekê Amirtiya Buroya Zarokan a Miduriyeta Polîsan a Marmarîsê li ser vê yekê îfadeyên 2 zarokên temenê wan derdora 10 salî li gel pedagog wergirt.    Hat zanîn ku zarokan di îfadeyên xwe de wiha gotine: “Me pirtûk dişewitand, agir gur bû. Me şûşeya kolayê dagirt û xwest agir bitefînin. Lê netemirî. Em jî reviyan.”