DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir 2021-07-30 13:54:45   ŞIRNEX - DEDAŞ’ê li Cizîrê saetên ceryanên malan ji hundir derxistin derve. Panoyên van saetan hin ji wan li nîveka peyarêyan û hin ji wan jî di ketina mal û kargehan de hatin çêkirin.    Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi mehane kolanê dike û saetên ceryanê ji hundirê malan derdixe derve. DEDAŞ’ê ji ber kolandinê kolan û kuçeyên navçeyê veguherandiye çal û kortan. Panoyên seatên ceryanê ku hatine çêkirin hin ji wan di nîveka peyarêyan de, hin ji wan jî di ketina mal û kargehan de hatine bicihkirin. Ev pano bûne sedema dîmenek nexweş û ji çûnehata însanan re jî zoriyan derdixe.