Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel 2021-07-30 14:13:12   NAVENDA NÛÇEYAN -  Wezîrê Karên Derve Mevlûf Çavûşoglû, têkildarî xesara ku li herêmê çêbûye ev tiit got: "Wê Walîtiya me ya Antalyayê hesab veke, welatiyên me yên dixwazin alîkariyê bikin wê alîkariyê xwe bikin."    Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekîr Pakdemîrlî, Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû, Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê Mûrat Kûrûm û Wezîrê Ragihandin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglû, li navenda rêveberina şewatê ya li navçeya Manavgatê, têkildarî şewata daristanan pirsên rojnamegeran bersivandin. Pakdemîrlî, da zanîn ku di heman demê de li gelek devera welat şewat derketine û wiha got: "57 şewat hatine kontrolkirin. 3 balefir, 9 ÎHA, helîkopterên bêmirov, tanqeke avê, 38 helîkopter, 680 arasoz 55 makîneyên kar û 4 hezar personel mudaxaleyî şewatê dikin."   ÇAVÛŞOGLÛ PERE XWEST   Di civînê de piştî Pakdemîrlî, Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû jî axivî û diyar kir ku bi xebatên vemirandina agir re xebatên tespîta xesaran jî didomîn û ev tişt got "Wê ji sibê ve ji bo welatiyên me yên ku xesarên wan hatine tespîtkirin razandina pere dest pê bike. Bi vê armancê wê roja şemiyê Bankaya Zîraatê vekirî be. 3 kes biguman hatine binçavkirin. Wê Walîtiya me ya Antalyayê hesab veke, welatiyên me yên dixwazin alîkariyê bikin wê alîkariyê xwe bikin."