Polîs rojnamegerên komkujiya nijadperest dişopînin asteng dikin 2021-07-31 09:51:39   KONYA - Rojnamegerên ku ji bo şopandina nûçeya malbata Dedeogullari ya 7 endamên wê li Meramê hatin qetilkirin çûn nexweşxanê, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.   Rojnamegerên ku êrişa nijadperest a li dijî malbata Kurd a ji Qersê ya li Taxa Hasankoy a navçeya Meram a Konyayê pêk hat dişopandin, tên astengkirin.   Cenazaeyên dayik Îpek, bav Yaşar, xwişk û birayan Serpîl, Serap, Sîbel, Bariş û Metîn Dedeogûllari yên di êrişa nijadperest de hatin qetilkirin, duh bi şev ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Kar û barê li nexweşxanê dewam dikin. Cenazeyên malbata Dedeogûllarî, wê îro piştî nimêja esrê li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê bên definkirin.   Rojnamegerên li ber nexweşxaneyê nûçeya bûyerê dişopînin, ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Polîs bi hinceta “ferman heye, wê rojnamegeran negirin hûndir” rojnameger ji herêmê dûr kirin. Hat diyarkirin ku hezek mezin a polîsan sewqî ber nexweşxanê hatiye kirin.