Êrişkar weke mêvan diçe malê: 20 gule berdan 2021-07-31 10:59:13 KONYA - Pismamê Yaşar Dedeogûllari yê li Konyayê di êrişa nijadperest de hat qetilkirin Erol Şan, bal kişand ser bûyerê û got: “10 deqe berî bûyerê, em bi hev re bûn. Êrişkar piştî weke mêvan dikeve hûndirê malê malbatê qetil dike û 20 guleyan berdide.”   Xizmekî malbata Dedeogûllarî ya ku duh li Konyayê di êrişek nîjadperest de hat qetilkirin Erol Şan, diyar kir ku êrişkar piştî ku weke mêvan dikeve hûndirê malê, gulayan li endamên malbatê dibarîne.   Şan ê derbarê roja bûyerê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî, wiha got: “Em 30 salin li virin, di nava faşîstan de ne. Li vê derê berî 2 mehan şer derket, birîndar bûn. Min ji kekê xwe Yaşar re got, ‘em malê bifiroşin,’ lê wî got, ‘Teqez ez ê malê ne firoşim, li hemberî wan serî netewînim.’ Êşek pir mezin. Êşeke wiha tuneye. Tunekirina malbatekê dibe ku sê-çar caran li cîhanê çêbibe. Kekê Yaşar kesek pir baş bû. Dema ku êrişkar diçe malê jî, merhebayê didiyê. Di kamerayan de hatiye tespîtkirin. Dûre gule berdide aliyê wî yê çepê û dilê wî. Piştre jî gule berdide serê endamên malbatê. Keçek jî ji bo xwe rûniştine qeywê vedixwin. Diçe guleyan berdide serê keçên wan jî. Bi giştî 20 gulan bera serê wan didin.    Gelo ev komkujî çima kirin? Berî bûyerê saet 15.30’an, ez û birayê Yaşar bi hev re bûn. Piştî em ji hev veqetiyan bûyer çûbû. Xwezî ez jî li wir bûma. Lê ev mirov hatine şopandin. Yaşar û Bariş li vir bûn. Piştî diçin malê, 10 deqe şûnde bûyer rû dide. Diyare ku hatine şopandin.”   JI NÊZ VE 20 GULE    Parêzerên malbatê jî,diyar kirin ku di rapora otopsiyê de, ku destûr hat dayin serober bibîne, 20 gule li 7 kesên ku hatin qetilkirin, hatine reşandin. Parêzeran, dan zanîn ku piraniya guleyan di navbênek nêz de, li serî û stûyê endamên malbatê hatine reşandin.