Rêveberiya nû ya ANYAKAY-DER’ê diyar bû 2021-07-31 14:23:32   STENBOL - ANYAKAY-DER’ê di kongreya xwe ya li dar xist de, rêveberiya xwe ya nû diyar kir.   Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anadolûyê (ANYAKAY-DER) 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li salona dawetekê ya li Okmeydanî li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan beşdarî kongrê bû. Pankartên “Dem dema azadiyê ye”, “Girêdana nirxan, bi mezinkirina têkoşînê pêkane” û “Têkoşîna me têkoşîna layîq bûyîna şehîdane” bi salona kongrê ve hatin kirin.    Di kongeyê de peyamên bilindkirin têkoşînê hatin dayîn û piştî hilbijartina hat kirin, ji bo Hevserokatiya ANYAKAY-DER’ê Evîn Genç û Ayhan Yildiz hatin hilbijartin.