Ji Tirkiyeyê ji bo NY'yê parastina Dayikên Şemiyê: Li gorî qanûnên me ye 2021-07-31 14:48:59 CENEVRE- Tirkiye bersiv da nameya ku Raportorê Taybet ê Parastvanên Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Mary Lawlor, têkildarî êrişa li dijî Dayikên Şemiyê û dozên wan nivîsandibû û parast ku êriş li gorî qanûnên wê bûne. Raportorê Taybet ê Parastvanên Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mary Lawlor, di 12'ê gulanê de ji Tirkiyeyê re nameyek nivîsandibû û derbarê Dayikên Şemiyê û Parastvanên Mafê Mirovan de fikarên xwe ragihandibû. Lawlor, di nameya xwe ya ku raportorên NY'yê jî îmze kiribûn de qala têkoşîna Dayikên Şemiyê û Parastvanên Mafê Mirovan kiribû û bal kişandibû ser êriş û operasyona binçavkirinê ya li dijî Dayikên Şemiyê ku di 25'ê tebaxa 2019'an de pêk hatibû û fikarên xwe yên ji ber van pêkanînan anibû ziman.    JI TIRKIYEYÊ BERSIV: LI GORÎ QANÛNÊN ME YE   Tirkiyeyê, di 30'ê tîrmehê de bersiv da Lawlor û ji bo êriş û operasyona binçavkirinê ya li dijî Dayikên Şemiyê pêk hatibû û kesên tevlî vê çalakiyê bûbûn sûcdar kir û angaşt kir ku mudaxaleya wê demê li gorî qanûnên wê bûye.     Danşîna yekemîn a dozê di 25'ê adarê de li 21'emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de daxwaza beraetê ya ji bo bersûcan hatibû redkirin û danişînê taloqî dîrokeke pêş hatibû kirin.